Emîne û Ferît Şenyaşar: Dê rojekê edaletê ji her kesî re lazim be 2021-11-10 13:20:46     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji 9'ê Adarê ve ye li ber Edliyeya Rihayê çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin wiha gotin:"Dê rojekê edalet ji her kesên ku komkujiyan dikin û hesab napirsin lazim be."   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 247’emîn de didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nobetê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî piştî bi birayê xwe Fadil Şenyaşar ku zêdetirî 3 salan di hucreya yek kesî de tê ragirtin bi telefonê axivî, hat pêşiya edliyeyê.    Malbatê ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: "Wê rojekê edalet ji kesên ji ber tirsa windakirina kursiyên xwe nikarin hesab kesên komkujî pêk anîn bipirsin re jî lazim bibe. Wê rojê em ê adil bibin. Em ê dest ji heq, hiqûq û edaletê bernedin."