ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-10 09:00:00   *Polîtîkayên şer ên taybet ku li herêmê xwe bi rêbazên cuda dide nîşandan herî dawî jî li navçeya Çinar a Amedê bi bûyerên êrîşa zayendî xwe dîsa dan nîşandan. Bi taybetî di demên dawî de bûyerên êrîşên zayendî ku li heremê di dibistanan û ji hêla meleyan ve xwe dide der meriv dide fikirandin.   *Jinên wargeha Mexmûrê li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk û neradestkirina cenazeyên gerîlayan a ji aliyê PDK’ê ve nerazîbûna xwe anîn ziman û  gotin: "Dizanin ku bi şer nikarin bi gerîllayên me û ji ber wê çekên kîmyewî bi kar tînin. Bila baş bizanin ku ew 20 salên din jî li çiyayên Kurdistanê nikarin li hember îradeya gerîlla bi ser kevin."  DÎMEN HEYE   *Hevseroka MED-DER Şîlan Elmas Kan da zanîn ku ew ê li her navçeya Amedê nûnertiya MED-DER'ê vekirin û wih agot: “Ji bo ku em kurdî bidin jiyîn û axaftin em ê hemû derfetên xwe seferber bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina ziman bidomînin.” DÎMEN HEYE   *Jinên ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:"Rêber Apo di zindanê de ye lê fikir û felsefeye wî di nav me de zindî ye. Em ê weke ciwanên malbata şehîda li berxwe bidin da ku Rêberê xwe rizgar bikin. Heta azadiya Rêber Apo em ê her roj li qadan bin." DÎMEN HEYE   *Parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan zêde bûne û divê li dijî vê rayagiştî bêdeng nemîne û got: “Ji ber pêkanînên li girtîgehan nabin rojev, nayên dîtin, berdewam dikin.” DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, der barê ku Tirkiyeyê li hember Herêma Federal a Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye de axivî û got divê heyetek ji Tirkiyeyê serbixwe biçe û mijarê di cih de lêkolîn bike, an jî wê rayedarên dewletê nikaribin berpirsiyariyê rabikin. Tulayê got divê Dîwana Edeletê ya Lahey demildest bikeve dewrê. DÎMEN HEYE