Ji Efrînê du jin hatin revandin 2021-11-09 16:31:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Raco ya Efrînê, MÎT'ê û  leşkerên dewleta tirk avêtin ser gundê Etmanayê. Bi hinceta ku berê bi Kurdî perwerde dane 2 jin revandin.   Çavkaniyên herêmî diyar kirin  ku dewriyeyeke hevbeş a Polîsên Sivîl û MÎT’a dewleta tirk bi ser gundê Etmana yê navçeya Racoyê ya Efrînê de girt û Hêvîn Ehmed û Cîhan Mihemed Elî Qere Hiso bi hinceta ku beriya dagirkeriyê bi zimanê kurdî perwerde dane, revandine.    Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan herdu jin birine zindaneke li Meratê ya li navenda bajarê Efrînê. Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku Cîhan Mihemed Elî piştî ku malbata wê hezar û 500 lîreyên Tirk dan, hat berdan lê aqûbeta Hêvîn Ehmed hê jî ne diyar e.   Li kantona Efrînê ya dagirkirî revandina sivîlan ku piraniya wan jin in, ji aliyê dewleta yirk û komên girêdayî wê ve berdewam e. Nivîsgeha Jinan û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê daneyên sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî jinan, eşkere kirin.   Li gorî daneyan, piştî dagirkirina Efrînê  û heta niha 84 jin ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine kuştin, bi hezaran jin hatine revandin û 6 jinan jî xwe kuştiye. Her wiha bi hezaran jinên revandî di zindana li Çerxerêya Kawa û Kefercenê bi êşkence û destdirêjiyê re rû bi rû mane.