HDP: Bi van êrîşan amadekariya têkçûyîna xwe dikin 2021-11-09 14:40:41      AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî operasyonên siyasî û êrîşa molotofan a li dijî avahiya navçeya wê ya Peyasê, daxuyaniyek da. Parlamentera HDP'ê Semra Guzel destnîşan kir ku tê xwestin pêşîya mezinbûna HDP'ê bigirin û wiha got: “Em bi polîtîkayên we yên qirêj serî natewînin. Ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê têkildarî operasyonên siyasî û êrîşa molotofan a li dijî avahiya navçeya wê ya Peyasê, li avahiya navçeyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêveberên Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) beşdar bûn.    Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Wê gel li dijî zextan çok daneyne”, “ Em ê bi ser kevin” berz kirin.   'Bi van êrîşan amadekariya têkçûyîna xwe dikin'   Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û diyar kir ku HDP temsîla civakê ye û hêviya aştî û azadiyê ye. Zeyyat, wiha axivî: “Duh bi operasyonek sîyasî 18 hevalên me hatin binçavkirin û heman rojê avahiya me ya Peyasê bi êrîşê molotofê re rûbirû ma. Bi van êrîşan dixwazin HDP'ê biqedînin lê berovajî vê bi vî şiklî amadekirina têkçûna xwe dikin. HDP têkoşîna aştiyek bi rûmet e. Ji ber vê yekê êrîşê li dijî partiya me dikin. Lê bes ew çi bikin bila bikin wê encamê negirin. Ew ê tenê têkçûna xwe pêş bixînin. Li dijî van êrîşan her diçe baweriya gel a ji bo HDP'ê zêde dibe. Her diçe baweriya me ya ji bo têkoşîna wan zêdetir dibe."   'Hêvî ji AKP û MHP'ê nema ye'   Zeyyat di dawiya axaftina xwe de ew tişt li ser zêde kir: "Bi afirandina kaos û aloziyên ku li Tirkiyeyê tê kirin kes nikare bêje em ê qezenc bikin. Eger windabûnî çêbibe wê her kes winda bike, wê civak jî winda bike. Lewre hêvî ji AKP û MHP'ê nema ye. Bawerî tenê bi gel heye. Divê ew jî vê pêvajoyê bibînin û li dijî rejîma AKP û MHP'ê têkoşînek hevpar bê meşandin. Em ê li dijî van êrîşan di 14'ê mehê de kongreya xwe ya asayî bi coşek mezin pêk bînin. Em ê bi vê bîr û baweriyê ji faşîzma AKP û MHP'ê re bi aştî û têkoşîna xwe ve bibin bersiv."   'Li Amedê tê xwestin operasyonên şefaqê bibe rutîn'   Piştî axaftina Zeyyat, Semra Guzel jî axivî û destnîşan kir ku tê xwestin pêşîya mezinbûna HDP'ê bigirin û wiha axivî: "Mixabin me mînakên rejîma desthilatdariyên destpotîk dîsa duh dît. Li Amedê tê xwestin operasyonên şefaqê bibe rutîn. Dîsa rêbazên şerên derûnî bi kar anîn. Ji ber ku tirsa xwe ya li hemberî têkçûna xwe wiha nîşanî gel didin. Ew rêbaza şerên derûnî bi kar tînin ji ber ku hêzê winda dikin û li ber têkçûyînê ne. Ji ber vê li dijî têkoşîna me ev operasyonan dimeşînin. Ji ber vê di sîyasetê de zimanekî nîjadperest bi kar tînin. Ev zimanê nîjadperest mixabin dibe sedema mirin û sedema kûrbûna aloziyan. Lewra li dijî partiya me êrîşên bi vê cûreyê pêk tên û bi şerên taybet ji darazê re talîmat tê dayin. Îro HDP, DBP her ku diçe mezin dibe û ew mezinbûn bi saya gel çêdibe. Ji bo ku pêşiya wê mezinbûnê bigirin hincetên curbicur derdixin. Wekî tayînkirina qeyûman, doza girtina partiya me û doza Kobanê ye. Têkoşîna me têkoşîna demokrasiyê ye û bi vê êrîşê dixwazin têkoşîna me krîmalîze bikin.”   'Em bi polîtîkayên we yên qirêj serî natewînin'   Semra wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê zîhnîyetê ku êrîş dike baş dizanin. Ev zîhnîyet heman zîhnîyeta kevn e. Lê belê em têkoşîna li dijî vê zîhnîyetê jî baş dizanin. Heke em hê jî li vir bin û hê jî HDP hebûna xwe berdewam bike bi saya têkoşîna gel e. Em diyar dikin ku em bi polîtîkayên we yên qirêj serî natewînin. Ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin. Em carek din ji faşîzma AKP û MHP'ê re dibêjin ku wê operasyonên we yên li dijî partiya me bê encam bimîne. Em ê ji bo gel têkoşîna xwe mezintir bikin û em baweriyê bi serkeftinê tînin.”   Girseyê piştî daxuyaniyê ji bo vexwendina kongreya HDP'ê ya Amedê xebata belavkirina broşurê kirin. Li Peyasê serdana esnafan kirin û gel vexwendin kongreya xwe ya asayî ku dê di 14'ê Mijdarê de li Kaplan Ctyê pek bînin.