Komîteya Perwerdeya Mexmûrê: Em bi kîmyasalê xilas nabin 2021-11-09 13:56:54   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê xwendekar û mamosteyan li ser bikaranîna çekên qedexeke ku li gor çavkaniyên herêmî ji aliyê dewleta tirk ve tê bikaranîn daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em bi kîmyasalê xilas nabin, dest ji vê bêrêziyê berdin."   Dewleta tirk 8 meh in li çiyayên Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê li hemberî têkoşerên azadiyê şerekî dijwar dide meşandin. Dewleta tirk ku li hemberî berxwedana têkoşerên azadiyê nikare pêş de biçe tê gotin êdî bi çekên kîmyewî ku bikaranîna wan qedexe ye, bi kar tîne. Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) xwendekar û mamosteyan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxûyanî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.    Daxûyanî ji aliyê xwendekar Meryem Bulut ve hat xwedin.   Daxuyanî wihaye:   "Dagirkeriya tirk a ku her tim dibêje 'Kurd xwişk û birayên me ne' gelê me yê berxwedêr bi vî awayî dixapîne û li gelek deverên cîhanê bi navê ol wan dide kuştin. Lê malbata kesên tên qetilkirin jî nikarin şîna xwe bi zimanê xwe bikin. Li milê din ev dagirkeriya bê exlaq ku bingeha xwe li ser tunekirina kurdan daniye, ji avakirina komarê heta niha kurdan di qirkirinê re derbas dikin.   Ji bo ji vê hovitiyê re bêje êdî bes e, PKK hat damezirandin. Lê dewleta dagirker weke her carê serî li rêbazên tunekirinê da. PKK'ê li hemberî hemû êriş û hovitiyan li ber xwe da û mezin bû. Dagirkeriya ku li hemberî hêzên gerîla bê çare mayî bi hezaran gund şewitandin, bi hezaran rewşenbîrên kurd qetil kirin. Bi vê jî têr nebûn ji bo destkeftiyên kurdan tune bikin êrişî Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirin.  Dewleta dagirker ku para xwe ji mirovatiyê negirtiye bi çekên qedexekirî êrişên xwe li ser çiyayên Kurdistanê berdewam dike. Bi desthilatdariya AKP û MHP’ê hovîtiya dewletê gihişt lutkeya herî jor. A niha di van kêliyan de bi tonan madeyên kimyewî dirijînin ser gelê kurd û dixwaze bi bombeyên kîmyasalê hêzên berxwedêr ên Kurdistanê tune bikin. Kîmyasalê li ser her çar parçeyên Kurdistanê dibarîne û bi vê kîmyasalê ciwanên kurd û xwezaya Kurdistanê tune dike. Li hember vê hovitiyê her kes bêdeng e, hinek aliyên ku xwe weke kurd jî didin nîşandan li hember vê hovitiyê bêdeng in û di hinek aliyan de ji vê hovitiyê re dibin alîkar.    Em weke xwendekar û mamosteyên Wargeha Şehîd Rustem Cudî vê hovitiya dagirkeriya dewleta tirk bi tundî şemezar dikin û bang li tevahî Kurdistaniyan dikin ku ji bo em tune nebin divê li hemberî vê bêexlaqiyê serî rakin û dawî li zilim û zordariyê bînin. Her wiha em bang li raya giştî û hemû kesên dibêjin em mirov in dikin ku bila rastiya vê hovitiyê bibînin û li hember rawestin.  Dîsa em li vir bang li dagirkeran dikin û dibêjin 'Em bi kîmyasalê xilas nabin, dest ji vê bêrêziyê berdin. Divê hûn baş bizanin hûn ê kurd û Kurdistanê nas bikin."   Daxûyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.