Konfaransa Meclisa Îştar ya Mexmûrê bi dawî bû 2021-11-08 16:51:40     MEXMÛR - 12'yemîn Konferansa Meclisa Îştar a Mexmûrê ku bi dirûşma "Bi rihê yekitiya jinê em ê tekoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin" dest pê kiribû bi dawî bû.    12'emîn Konferansa Meclisa Îştar bi dirûşma "Bi rihê yekitiya jinê em ê tekoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin" li salona konferansa meclîsê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi tevlîbûna 400 delegeyan du dest pêkiribû bi biryarên girîng ên jinan bi dawî bû.    Konferansê di roja destpêkê de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre dîwana konferansê hat hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Her wiha peyama Komelên Jinên Kurdistanê jî di konferansê de hat parvekirin. Piştî parvekirina xebatên du salan a Meclîsa Şehîd Axîn( Meclîsa Jinên Ciwan) Rapora Meclîsa Îştar a xebatê hate xwandin. Herwiha ji aliyê delegeyan ve nirxandinên siyasî jî hatin kirin.    Di roja duyemîn a konferansê de jî li ser xebatên rêxistinî yên du salan niqaş hatin kirin û ji bo çareseriya kêmasiyên ku derketin holê jî rêzikname û rêvebirname hatin xwendin. Herwiha saziyên Mexmûrê jî bi peyamên xwe piştgiriya xwe ya ji bo li darxistina Konfaransa Meclîsa Îştar dan nîşandan.  Piştî xwendina rêvebirnameyê  81 endamên nû yên Meclîsa Îştar ku hatîn hilbijartin ji bo xebatên ku wê dû salan bidin meşandin sond xwarin.   'Di vê em civaka bi exleq a polîtîk ava bikin'   Piştî endamên nu yên Meclîsa Îştarê sond xwarin axaftina girtinê ji aliyê endama Koordînasyona Mclîsa Îştar Nuran Sezgîn ve hat kirin û Nûranê di destpêka axaftîna xwe de 12’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar diyarî hemû berxwedêrên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosan kir.  Nûran axaftina xwe wiha berdewan kir: “Divê di dû salên pêşiya me de em xebatek hîn baştir,  bi tendirust bimeşînin û civakek bi exlaq û polîtîk ava bikin. Em di destpêkê de 12’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar li mîmarê azadiyê Rêber Apo, Şervanên azadiyê endamên amade pîroz dikin.”   Piştî axaftîna endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn jinan dirûşmên  "Jin jiyan azadî’ û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.   Konferans bi gerandina govendê ya jinan bi dawî bû.