Li Şirnexê xebatên 25’ê Mijdarê dest pê kirin 2021-11-08 15:37:41     ŞIRNEX - Meclîsa Jinên HDP’ê û TJA, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navenda Şirnexê û li gundê Mêrgeh a Qilebanê bi gel re hatin ligel hevdû.   Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê li Botanê xebatên xwe da destpêkirin. Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li taxa Yeşîlyurtê ya Şirnexê û li gundê Mêrgeh a navçeya Qilebanê bi jinan re hatin ligel hevdu.   Di serdan û sohbetên hatin kirin de jinan bal kişandin ser êrîşên ser jinê û di warê têgihiştinê de agahî bi jinan hatin parvekirin.    Her wiha di 13’ê Mijdarê de li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê wê bê dayîn û di 15’ê Mijdarê de jî li Qilebanê dê panel bê lidarxistin.