Fatma Çigdem Aydin li ser milê jinan hat oxirkirin 2021-11-08 14:38:29     STENBOL - Parêzvana Mafê Mirovan Fatma Çigdem Aydin a jiyana xwe ji dest da hat veşartin.    Parêzvana Mafê Mirovan Fatma Çigdem Aydin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Fatmaya di 61 saliya xwe de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da li Navenda Çandê ya Akatlar merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Gelek nûnerên Rêxistinên Civaka Sîvîl beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasîmê nimêja cenaze hat kirin. Jinên berî merasîma definkirina axivîn dan zanîn ew ê meşaleya têkoşînê ya Fatmayê hilgirin. Piştre cenaze li Gora di nava Turbeya Nafî Baba de hat veşartin.    'Min bi saya wê fam kir ez femînîst im'   Xwendekara Fatmayê Taliha Turkmenoglu da zanîn Fatmayê gelek tişt li jiyana wê zêde kiriye û wiha got:"Dema ji me hêrs dibû behsa girîgiya parvekirinê dikir. Nêrînên we me motîve dikir. Ew ê çavên wê û hêza wê her bi me re be. Soza me dabû te em ê bi cih bînin."   'Min bi tevgera jinê da naskirin'   Hevala Fatmayê, Yonca İdal da zanîn Fatmayê heta dawiya emrê xwe zirar nedaye kesî û wiha got:"Fatma Çigdem min bi tevgera jinê da naskirin. Zaroka min a 9 salî jî bi saya Fatmayê derbarê têkoşîna jinê de bû xwedî agahî. Ew di heman demê de mamosteyeke baş bû. Wê bawerî bi perwerdeya bê kursî dianî. Em ê emaneta wê hilgirin."    'Heta em bijîn ew ê di dilê me de be'   Hevala Fatmayê Gonul Karahanoglu da zanîn Fatmayê ji bo tevgera jinê gelekî girîng bû û wiha pê de çû:"Wê ji bo vê tevgerê kedeke mezin da. Ez jî bi wê re demeke dirêj xebitîm û ez gelek tişt jê hîn bûm. Pir zû çû rehmetê lê belê jiyaneke têr û tije jiya."    'Em ê di rêya wê nîşan daye de dewam bikin'   Ferman Menekşe ya diyar kir ku di jiyana wê ya zehmet de Fatmayê dest dirêjî wê kiriye û wiha got:"Wê min da xwendin û piştgirî da min. Kengî biketama tengasiyê li wê digeriyam. Kenê li ser rûyê wê cesaret dida me. Em ê di rêya wê nîşan daye de dewam bikin."   Jinan diyar kirin ew ê cenaze hilgirin û nehiştin mêr hilgirin. Cenazeyê Fatmayê li ser milê jinan bi çepikan hat veşartin.