Newaya Jin li Kolnê bi xwendevanên xwe re hat gel hevdu 2021-11-08 08:38:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Ulkem Zeremya diyar kir ku herî zêde çapemeniya jin a kurd li hemberî kodên zayendperestiya civakî weşangerî kiriye û têkildarê siyaseta weşanê ya rojnameya Newaya Jin agahî da.   Rojnameya jin a Newaya Jin ku di meha mijdarê hejmara xwe ya 200’î derxist li bajarê Kolnê ya Elmanyayê bi xwendevanên xwe re civiya.   Di civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyanê hatibû organîzkirin de têkildarê asta derketina pêş a jinê ya di medyayan de, cudahiya weşangeriya jinê ya li hemberî kodên zayendperestî û naveroka rojnameya Newaya Jin nîqaş hatin kirin.   Di civînê de Rojnamevan Ulkem Zeremya axivî û diyar kir ku êdî medya veguheriye mekanîzmayek biryarê li ser civakê dide.   Her wiha bi bîr xist ku mîna Tirkiyeyê ku di mijara ‘herî zêde rojnamevan girtiye’ de rekor şikandiye, gelek hikumet hene ku zext li medyayê kirine û ew bêdeng kirine. Bibîrxistina vê yekê bal kişande ser daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarê 62 rojnamevanan ku li ser erkê xwe hatine kuştin.   Zeremya her wiha bal kişand ser rapora Azadiya Çapemeniyê ya Cotmehê ya Koalîsyona Jin a di Rojnamevantiyê de û bi bîr xist ku 40 rojnamevanên jin bi şîdet, gef û tacîzê re rû bi rû mane.   Zeremya bal kişand ser girîngiya medyayê ya ji bo jinan û got ku Medya di çavê jinan de çeperek yê têkoşînê ye.   Piştî axaftina Zeremya beşdaran nêrînên xwe parve kirin û têkildarê naveroka rojnameya Newaya Jin nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman.   Wê civînên bi vî rengî 14’ê Mijdarê li Hanaû û Darmstadtê û 21’ê Mijdarê jî li Sîegenê were lidarxistin.