Li Rihayê panela 'Têkoşîna li dijî sûcên zayendî' 2021-11-07 16:35:12     RIHA - Li Rihayê di pêşengiya TJA û OHD'a Rihayê de panela bi sernavê "Têkoşîna li dijî sûcên zayendî" hat lidarxistin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komelya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi sernavê "Têkoşîna li dijî sûcên zayendî" panel hat lidarxistin. Panela ku moderatoriya wê aktîvîsta TJA'yê Berîtan Sayan kir, endama OHD'ê ya Rihayê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî wekî axatvan tevli bû. Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn jî bi rêya onlînê tevli panelê bû.   Di panela ku parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jinên din tevli bûn de Berîtan diyar kir ku îqtîdar "çanda tecawizê pêş dixe."   'Tundiya zayendî rast nayê pênasekirin'   Sevda Ozbingol ya ku piştre mafê axaftinê girt, bi bîranîna jinên hatin qetilkirin dest bi axaftinê kir. Sevda anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê sûcên zayendî zêde bûne û berdewam kir, "Hemû pêkanînên ku bê daxwaza kes li hember bên kirin di kevin kategoriya êrîşa zayendî. Lê ev rewş ji bo zarokan cudatir e. Pênasya tundiya zayendî rast nayê kirin. Di qanûna cezayê de pêkanînên cidî hene. Lê dişta girîng ew e ku divê ev qanûn wekî divê bên bicihanîn. Li pêşiya van qanûnan astengî heye."   'Divê mexdûriyet bê gotin'   Sevda diyar kir ku sûcên di warê tundiya zayendî de mirov nikare ji dervî polîtîayên tên pêşxistin bigire dest û berdewam kir. "Divê pênaseya tundiya zayendî rast bê kirin û bê zanîn. Ji ber ku pênaseya wê rast nayê kirin pêkanîna wê jî zahmet e. Li gel van sûcên ku li qada cemaweriyê zêde dibin dêv têkoşîna me jî mezin tir be .Her çend ku herî zêde ev sûc li dijî zarok û jinan tê kirin jî dem bidem mêr jî para xwe jê digirin. Li heber van pêkanînan xebatên bi rêk û pêk divên. Li rihayê di vî derbarî de 'zêde xebat nayên kirin. Ji ber ku wekî mijarên mahrem derdikevin pêşberî me. Ji ber vê jî em di warê xebatan de zametiyan dikişînin. Ji ber vê divê em bi deng biaxivin û vê mexdûriyetê bi dengê bilind bînin ziman."   'Di salên 90'î d e îşkenceya zayendî gelek zêde bû'   Piştî sevdayê Eren Kesîn axivî. Eerenê bi bîr xist ku wan ji bo jin û transên ku bi destên hêzê dewletê îşkenceya zayendî li wan hatiye kirin wan buroya alîkariya hiqûqî vekiriye, Eren got ku bi taybetî di salên 90'î de wan şahidî ji îşkenceyê re kiriye, di wan salan de di vê qanûna cezayê de tu qanûeke ku sûcên zayendî vebêje tune bû û berdewam kir, " Li erdnîgariya me tenê Raporên Tipa Edlî tên qebûlkirin. Yanî girêdayî îradeya siyasî ne .Raporên ku me pêşkêş dikirin nedihatin qebûlkirin. Tirkiye qanûnan binpê dike. Li ser vê erdnîgariyê di encama têkoşîna hat dayîn de Peymana Stenbolê hat îmzekirin. Lê ji bo ku îqtîdar xwe ji van pêkanînan rizgar bike di şevekê de xwe ji peymanê vekişand. Armanca me ew e ku em li gel hemû jinên li navenda şer in cih bigirin. Têkoşîna me didomîne. Ez bi jin û muxalîfan bawer im."    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.