244 roj in çalakiya 'Nobeta Edaletê' didome 2021-11-07 14:26:05     RIHA - 244 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê ji ber dawiya hefteyê çalakiya xwe li mala xwe domand.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 244’emîn de didome. Malbatê ji ber dawiya heftê ye çalakî li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Komkujiya we li Pirsûsê kir; hûn dikarin bi cihê hûn lê, di bin siya desthilatê de taloq bikin lê hûn qet nikarin serê wê bigirin.”