12’yemîn Konferansa Meclisa Îştar dest pê kir 2021-11-07 10:43:38   MEXMÛR - 12'yemîn Konferansa Meclisa Îştar a Mexmûrê bi dirûşma "Bi rihê yekitiya jinê em ê tekoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin" bi tevlîbûna 400 delegeyan dest pê kir.    Konferansa Meclisa Îştar bi dirûşma "Bi rihê yekitiya jinê em ê tekoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin" li salona konferansa meclîsê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna 400 delegeyan dest pê kir.    Konferans bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştê wê dîwana konferansê hat hilbijartin. Piştê hilbijartina dîwanê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Her wiha peyama Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) di konferansê de hat parvekirin. Piştî parvekirina xebatên du salan a Meclîsa Şehîd Axîn û Meclîsa Îştar, endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek axivî.    Xurbet, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya konferansê: "Beriya her gotinê ez 12'yemîn Konferansa Meclîsa Îştar ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, li rêberê rêberan Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikim, tevahî hevalên ku niha li Qadên Parastina Medyayê li hember dagirkeriyê şer dikin, hevalên di girtîgehan de û delegeyan pîroz dikim. Di demek ewqasî êriş heyî de bi 400 delegeyan re pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û rêya çareseriyê dayîna holê ji bo me şansek gelek mezin e. Em ê nirxandinên du salên têr û tijî bikin di nava du rojan de. Bêguman me du salên gelek girîng yên têr û tijî berxwedanî li pişt xwe hişt lê ev berxwedanî niha jî didome. Em konferansa xwe bi dirûşmeya 'Bi rihê yekitiya jinê em ê tekoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin’ li dar dixin ev yek ji bo me serkeftinek e. Bi vê rihê li rêberê xwe xwedî derketin, pêvajoyê xwedî derketin ji bo me xwedî girîngiyek mezin e. Sekna jinên Botanî ya serhildêr derxistina holê û bi wê seknê xwedî li pêvajoyê derketin ji bo me mijara herî serekeye.”   Xurbet da zanîn ku dê bêtir xebatên xwe bidomînin û wiha bi lêv kir: "Armanca me ya ji konferansê ew e ku di ev pêvajoya xeter de weke jin xwedî li têkoşîn û berxwedana xwe derketin, heman demê de li gor ruhê gerîllayên berxwedêr yên niha di qadên şer de li ber xwe didin bi wan re bûyîna yek û bilind kirina berxwedanê ye.  Xebatên xwe yên rêxistinî bi hêztir bikin û ji nû de avabûyînê de bi her awayî cihê xwe bigrin. Ya herê girîng jî em xwe bigihînin serkeftinek ewqasî mezin ku em Rêberê xwe bi fizîkî ji nav pergala Îmraliyê derxînin û di Kurdistanek azad de bi hev re bijîn."   12'yemîn Konferansa Meclîsa Îştar a Mexmûrê dê du rojan bidome.