'Divê li dijî tundiyê parastina mafê jinan bê kirin' 2021-11-07 09:06:05     Hêlîn Asmîn   ŞEHBA - Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelûx Reşîd di derbarê tundiya li ser jinê de da zanîn ku bi hezar salan e maf û nasnameya jinê tên çewisandin lê belê têkoşîna li dijî vê yekê jî didome û wiha got:"Divê li dijî tundiyê parastina mafê jinan bê kirin. Hewildana me ya di vî warî de jî ew e ku em li dijî tundiya li ser hemû jinan tê kirin bisekinin. Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinan, bi her awayekî li kêleka wan bisekinin û heta dawiyê jî piştgiriya wan bikin."   Her roj tecawiz, tundî û îşkence li jinê tê kirin. Vê yekê jî bingeha xwe ji destpêka derketina modernîteya kapîtalîst a ku di bin pêşengtiya mêr de hatiye pêşxistin, girtiye. Bi hezara salan e deng, maf, reng û nasnameya jinê hatiye çewisandin. Bi salane nasnameya jinê tenê li gor xizmeta mal û mêr hatiye pênasekirin. Her wiha jin weke amûrek mêr û zarokan ji aliyê civakê ve hatiye dîtin. Jin rojane di gelek metirsiyan re derbas dibin. Ev jî bandoreke mezin a neyînî dîsa li ser civakê dike. Lê bi Şoreşa Rojava re mirov dikare zêdetir bibêje bi naskirina fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan re civakê wateya rast a jinê nas kir. Ji ber vêya piştî avakirina Rêxistina Desteya Jinê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêwîstî bi çareseriyek ji bo van rewşên awarte hat dîtin. Ji ber ku jin rojane di metirsiyên mezin re derbas dibin. Rêxistina Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê navendek parastina jinan a ji tundiyê ava kirin. Di vê navendê de jin tên perwerdekirin. Ji bo pêşxistina jinê ya ji her alî ve ev der girîng e. Ji bo vê navendê rêzikname hat çêkirin. 12 bendên fermî tê de hatin diyarkirin û êdî li gor vê rêziknameyê desteya jinê kar û xebatên xwe dimeşînin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Desteya Jinê ya herêma Efrînê, Zelûx Reşîd bi ajansa me re axivî û nirxandina xwe kir.   'Divê li dijî tundiyê parastina mafê jinan bê kirin'   Zelûxê di destpêkê de da zanîn ku armanca wan a bingehîn parastina mafê jinê ya li dijî tundiyê ye û wiha got:"Ji ber ku em dizanin di civaka Rojhilata Navîn de bi giştî û di civaka Suriyeyê de bi taybet çiqas tundî û îşkence li jinê tê kirin. Ev deh sal in di Suriyeyê de em di şerekî dijwar de derbas dibin. Di nava vê rewşê de zagon tên binpêkirin û zêdetir di rewşên wisa de tundî li jinê tê kirin. Ji ber vê me dît pir pêwîstî heye ku navendek ji bo jinên tundî li wan tên kirin were avakirin. Her wiha di demên dawî de rêzikname ji bo vê navendê hat derxistin û ev rêzikname ji 12 bendan pêk tê. Di vê rêziknameyê de rewşa jinên ku di navendê de tên qebûlkirin hatiye diyarkirin."   'Rêzikname li ser bingeha nêrînên jinan hat avakirin'   Zelûxê di domandina axaftina xwe de bendên rêziknameyê şîrove kir û wiha got:"Di vê rêziknameyê de prensîpên navendê her wiha şert û mercên wê hatine diyarkirin. Li ser rewşa jinên tundî li wan hatine kirin tê sekinandin. Ev hemû xal hatin nîqaşkirin. Zêdetir nêrîn ji navendên jinan hat girtin û li ser vê bingehê ev rêzikname hat derxistin. Her wiha jinên metirsî li ser jiyana wan hebin piştî tên qebûlkirin şûnde li gor şert û mercên rêziknameyê mijara wan tê şopandin. Ji bo ku pirsgirêkên van jinan bên çareserkirin ev rêbaz tê şopandin. Ji bo jinên fuhuş li ser wan hatine ferzkirin, rewşa wan a derûniyê ya ne baş, hinek projeyên cuda tên avakirin û tê destgirtin. Her wiha divê ku di vê derê de cihek ji zarokan re jî bê çêkirin, ji ber ku hinek jinên tên zarokên wan jî hene. Berê rêzikname ne fermî bû lê niha fermî ye."   'Em ê heta dawiyê piştgiriya jinan bikin'   Zelûxê di dawiyê de diyar kir ku hebûna van navendan pir girîng e û wiha got:"Hewildana me ya di vê navendê de herî zêde ew e ku em çiqas dikarin li kêleka jinê bisekinin, ji ber ku mixabin pir caran cihên ku bi jinê re dibe alîkar tune ne. Loma hin jin neçar dimînin û digihêjin rewşa xwekuştinê. Carna jî pirsgirêkên mezin derdikevin. Ji ber vêya hebûna navendên wisa pir girîng e. Jinên ku em pêşwazî dikin bi hemû awayan em bi wan re dibin alîkar. Ger pêdiviya wan bi aliyê derûnî hebe, dîsa em dibin alîkar û wan jî perwerde dikin. Perwerdeyên me yên derûnî û civaknasiyê didomin. Ji bo ku jin careke din vegere jiyanek xwezayî. Hin jin hene mijara wan li dadgehê tên şopandin û em di her alî de piştgiriya jinê dikin. Ji ber ev jin bê kes mane bêtir pêdiviya wan ji alîkariyê heye. Em her tim hewl didin ku derfetên jiyanek baş ji jinên wisa re pêşkêş bikin û heta dawiyê jî piştgiriya wan bikin."