‘Tiştên ku jinên Efrînê dijîn girêdayê tecrîdê ye' 2021-11-07 09:03:42     RIHA - Jinên HDP’ê diyar kirin ku êrîşên ji aliyê Tirkiye û komên ku piştgiriya wan dibînin li hember Efrînê pêk tînin girêdayê tecrîdê ye û banga yekitiya li dijî êrîşan li jinan kirin.   Rêxistina Civaka Sivîl a Efrînê, der barê sûcên ku Tirkiye û komên piştgiriya wan digirin li hember jinan pêk tînin di 25’ê cotmehê de raporek aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku ji 18’ê Adara 2018’an het aniha 84 jinên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, hatine qetilkirin û 6 heb jî berbi întîxarê ve birine, hezar heb zêdetir jî hatine revandin. Aqûbeta jinên hatine revandin nayê zanîn û ligel vê jî li bajar çeteyan tecawizê 71 jinî kirin. Jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê êrîşên li bajarên Rojava pêk tên şermezar kirin û diyar kirin ku bûyerên li Efrînê pêk tên girêdayê tecrîdê ye.   ‘Tiştên li Şengalê kirin niha li Efrînê dikin’   Hevseroka HDP’a Hewegê ya Rihayê, Rabîa Arslan da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her tim heman polîtîkayê bikar tîne û desthilatdarî hewl dide jinan tune bike û got: “Yên dixwazin di şeran de destkeftiyan bidest bixin ewil jinan tune dikin. Bi vî awayî jinan qir dikin, qetil dikin û dixwazin bi vî awayî hinek tiştan bi rêve bibin. Niha dîsa dixwazin bi zilm û zextê jinan biçewisînin. Jinên li Şengalê revandin li bazaran firotin. Polîtîkayên qirêj yên li Şengalê li hember jinan meşandin niha li Efrînê li hember jinan dikin. Ev polîtîkayên qirêj bi taybet li bajarên kurd jî pêk tên. Bûyerên fuhuş û hişbirê yên li Colemêrg, Sêrt û Êlihê tên jiyîn mirovan dike xof ê. Desthilatdarî bi vî awayî dixwaze jinan ji nirx û qada siyasî dûr bixe.”   ‘Divê em bibin yek’   Rabîayê he rwiha destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiye û yên Rojhilata Navîn dixwazin jinan bê nirx bihêlin û çavê civakê bitirsîne û ev tişt bi lêv kir: “Jinên tên revandin di firotina hişbirê de tên bikaranîn. Bi taybet jî ciwanan bikar tînin. Bi zextê jin û ciwanan dikin bin kontrola xwe. Ev helwesta li dijî jinê ku dibe bila bibe nayê qebûlkirin. Divê jin li dijî van pêkanînan ligel hev têbikoşin. Ne tenê li Kurdistanê divê hemû jin bibin yek û ji vê re bêjin êdî bes e. Yên biser bixînin dîsa jin in.”   ‘Ji ber kurd in tên revandin’   Hevseroka HDP’a Pirsûsê Emîne Kaya jî bi lêv kir ku bûyerên revandina jinan a li Efrînê demên dawî de zêde bûne, jinên tên revandin jî ji ber kurd in hedef tên girtin. Emîneyê wiha berdewam kir: “Li seranserê cîhanê bi taybet li welatên Rojhilata Navîn jin tên binpêkirin. Jin tenê bedena wan nayê binpêkirin. Ked û destkeftiya wan jî tê tunekirin. Jinên ku bi salane pirsgirêkan dijîn, ji aliyê mêr û çeteyan ve tên qetilkirin.  Revandina jinan girêdayê tecrîdê ye. Dewlet olê dike alava siyasetê. Divê  rêxistinên civaka sivîl yên Rojava û Tirkiyeyê li dijî revandina jinan bêdeng nemînin û ji bo ji bo pêşî li van bûyeran bigirin divê xwe rêxistin bikin.”