ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-07 09:00:00     *Dayika Sedat Baygeldî yê girtî Şukran, diyar kir ku girtîgeh bûne wek îşkencexane û got: "Herî dawiyê bi ser koxûşan de girtine, xwestine qadek vala bikin û girtiyên edlî li vir bi cih bikin. Ev tişt ji bo girtiyên me xetere ye û ez ji rewşa kurê xwe bi fikar im." BI DÎMEN    *Jinên HDP’ê diyar kirin ku êrîşên ji aliyê Tirkiye û komên ku piştgiriya wan dibînin li hember Efrînê pêk tînin girêdayê tecrîdê ye û banga yekitiya li dijî êrîşan li jinan kirin. BI DÎMEN    *Girtiyê bi navê Îzzet Kina bi hinceta tevlî grevên birçîbûnê bûye û neçûye koxuşa bêaliyan înfaza wî hat şewitandin. Hevjîna wî Sevîm Kina bektek nîşanî bêhiqûqiyê da û got: "Ez bang li wezareta dadê dikim. Tevî cezayê hevjînê min qedyaye nayê berdan. Ez dixwazim demildest bê berdan, bê gel zarokên xwe." BI DÎMEN    *Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelûx Reşîd di derbarê tundiya li ser jinê de da zanîn ku bi hezar salan e maf û nasnameya jinê tên çewisandin lê belê têkoşîna li dijî vê yekê jî didome û wiha got:"Divê li dijî tundiyê parastina mafê jinan bê kirin. Hewildana me ya di vî warî de jî ew e ku em li dijî tundiya li ser hemû jinan tê kirin bisekinin. Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinan, bi her awayekî li kêleka wan bisekinin û heta dawiyê jî piştgiriya wan bikin." BI DÎMEN    *Dayikên Aştiyê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn. Dayikên Aştiyê gotin:"Divê her kes ji bo Rêbertiyê bikevin nava tevgerê." BI DÎMEN