EGE-TUHAYDER: Zexta li ser koxuşan zêde dibin 2021-11-06 14:25:54   ÎZMÎR - Derbarê binpêkirina mafên girtiyan de EGE-TUHAYDER, daxuyaniyek da û got: 'Girtiyên edlî li navbeyna her koxuşê bi cih dikin.''   Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariya re ya EGE'yê (EGE-TUHAYDER) li avahiya komeleyê ya li navçeya Konakê ya Îzmîrê derbarê binpêkirina mafan a li girtîgehên herêma Egeyê ya Tirkiyê daxuyaniyek da.    Rêvebera komeleyê Leyla Kaygisiz di civînê de axivî û got: "Beriya bi du heftiyan girtiyên siyasî yên li girtîgeha Kirikaleyê sirgûnî girtîgehan kirine. Her wiha heman rojê bi şev bi ser koxuşan de girtine, guhertina koxuşan ferz kirine. Zor li girtiyan kirine ku biçine hin koxuşên din. Girtiyên edlî li navbeyna her koxuşê bi cih kirine.''   Leyla, her wiha got li kincên girtiyan bi derengî didin wan û wiha axivî: ''Midûrê girtîgeha F2'yê bi gefxwarinê bersiv daye nerazîbûna girtiyan. Mehmet Saît Yildirim ê ku li F1'ê dimîne, li gel ku cezayê wî ne muabeta girankiriye jî bi rengekî nehiqûqî ev 4 sal in bi fermana Wezarata Dadê bi tena serê xwe ev di çavdêriya qerdiyanan de ye. Mehmet Saît bi nexweşiya kronîk a damar û kezebê ye. Bi rengekî taybet cezayekî dî lê hatiye birîn û ev rewş hê jî didome.''