'Dê jin destûrê nedin ku mêrek siberoja wan diyar bike' 2021-11-05 14:41:14     ENQERE - Jinên parêzer rapora di çalakiyên Peymana Stenbolê de û bêcezahiştinê eşkere kirin. Jina gotin:"Rastiyên ku tundî wan nikarin bitepisînin hene. Fesha Peymana Stenbolê ji bo me di hukmê tunebûnê de ye. Ew ê jin û LGBTÎ destûrê nedin ku mêrek siberoja wan diyar bike."   Koma Jinê ya Hiqûqa Civakî li Enqereyê rapora di çalakiyên Peymana Stenbolê de û bêcezahiştinê bi civîna çapemeniyê eşkere kirin. Pankarta bi nivîsa "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, Peymana Stenbolê dide jiyîn" li eywanê hat dardekirin. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê Koma Jinê ya Hiqûqa Civakî Parêzer Irmak Bakir daxuyanî xwend.    Irmakê diyar kir ku feshkirina Peymana Stenbolê hemleyeke li dijî azadiya jinê ya îktidarê ye.    '106 kes hatin binçavkirin'    Irmakê da zanîn ku jinên dibêjin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin tên binçavkirin, girtin, tundî li wan tên kirin û wiha got:"Polîs teşeyê mudaxaleya dorpêçê bi kar tîne û naxwaze jin bên dîtin. Di navbera dîroka 5'ê tebaxa 2020'î û 1'ê Tîrmeha 2021'ê de em dibînin ku li herêmên Enqere-Kizilay-Sakaryayê hatiye xwestin 18 çalakî bên lidarxistin lê belê jin di çalakiyan de bi tundî û gaza kîmyewî ya polîsan rû bi rû man. Di vê pêvajoyê de 106 kes hatin binçavkirin û pankart û twittên ku hatine parvekirin hinceta sûc hatin hesibandin. Her wiha xwendekar jî bi cezayên birîna bûrsên wan û bi lêpirsîna dîsîplînê rû bi rû man."   '16 kes bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin'   Irmakê da zanîn dirûşmên jinan sûc hatin hesibandin û wiha pê de çû:"Dirûşmên jinan berz kirin bûn sedema binçavkirinê û jinên bi dirûşma "Ne jinan cinayetan asteng bikin" meşiyan Qada Îskeleyê ya Kadikoyê bi mudaxaleyê rû bi rû man. Polîsan êrişî kesên di 5'ê Tebaxa 2020'î de xwestin li Îzmîrê bimeşin, kirin û 16 kes bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin. Her polîsan êrişî jinên xwestin di hefteya rûmetê de bên gel hevdu kirin. Jinên beşdarî çalakiyên cuda bûne cezayên pere jî li wan hatiye birîn."   'Rojnameger kirin bin çavan'   Irmakê bal kişand ser binçavkirina rojnamegeran û wiha domand:."Têkildarî çalakiyên "Gulîstan Doku li ku derê ye" Platforma Jinê ya Enqereyê xwest di 5'ê Çileyê 2021'ê de li ber Şaredariya Çankayayê bi jinan wer gel hevdu. Li vir jî polîsan êriş kirin û rojnameger jî kirin bin çavan. Têkoşîna me ya li dijî bêcezahiştina bersûcên tundiyê didome."   Piştî axaftina Irmakê civîna çapemeniyê bi forumê dewam kir.