Li Asûman Kulter a ji peywirê hatiye dûrxistin doz vekirin 2021-11-05 14:39:55     ŞIRNEX - Li Endama Meclîsa Giştî ya Bajêrê Şirnexê ya HDP'ê ku ji peywirê hatiye girtin û aktîvîsta TJA'yê Asûman Kulter bi hinceta ku di şahiyekê de axiviyê îdaname hat amadekirin.    Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Federasyona Komaleya Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê (MED TUHAD-FED), bi dirûşma "Dem Dema Azadiyê ye" di 17'ê Tirmehê de li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya Şirnexê şahî hatibû lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û bi sedan kez tevlî şahiyê bûbûn.   Di şahiya hatibû lidarxistin de bi hinceta Endama Meclîsa Giştî ya Bajêrê Şirnexê ya HDP'ê û aktîvîsta TJA’yê Asûman Kulter, banga li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li berxwe bidin û li girtiyan xwedî derkevin kiriye îdaname hat amadekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê, derbarê Asûman Kulter de bi îdaya “Doza Cemaweriyê ye”  îdîaname amade kir û dosya ji 2’yemîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Silopiyê re şand. Dadgehê piştre dosya qebûl kir û lêkolîn kir. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Silopiyê jî bi hinceta sûcê ku hatiye kirin dikeve çalakiya rêxistinê biryara “Bêpeywiriyê” da û dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê re şand.