'Cîhan çima li dijî bikaranîna çekên kimyewî bê deng e?' 2021-11-05 12:56:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Bilind a Komeleya Kîmyabarana Helebce Rûbar Mihemed têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de axivî û bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya vê yekê.    Êrişên dewleta tirk ên li ser Zap, Avaşin û Metinayê yên Herêma Kurdistana Federe yên di 23'yê Nîsanê de dest pê kiribûn didomin. Tê diyarkirin ku Tirkiye di van êrişana de çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelek aliyên cuda bertekên xwe yên li dijî vê yekê nîşan didin. Lê belê sazî, rêxistin û dezgeyên navneteweyî hîn li dijî vê yekê tu gav neavêtine.    'Ji bo me heman birîn û heman karesat e'   Li gor nûçeya Rojnewsê  endama Desteya Bilind a Komeleya Kîmyabarana Helebce Rûbar Mihemed wiha axivî: “Çekên kîmyewî ji aliyê welatan ve tê çêkirin û niha bazirganiyê pê dikin û li dijî welatiyan bi kar tînînin, bi taybet li Kurdistanê. Di 13’yê Adara 1988’an de Behdînan hate kîmyabaran kirin. Ji bo me heman birîn û heman karesat e.”   Rûbar Mihemed da zanîn ku welatên ku timî qala mafên mirovan dikin çima li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li Behdînan dengê xwe dernaxin û got: “Ji bo vê armancê me bi salan daxwaz kir ku ev çek werin qedexekirin û neyên bikaranîn. Divê di vê rewşê de li çareseriyek guncav bigerin.”   'Dijberiya kurdan tê kirin'   Rûbar Mihemed eşkere kir ku di pêşbaziyên siyasî de jî bikaranîna van çekan karê herî nemirovî ye ku li hemberî mirovan tê kirin û wiha domand: “Di warê jîngeh û tendurisiyê de jî ziyanê digihîne welatê me. Çima xaka me bi taybet ji aliyê Tirkiye û rejîma Baas'ê ve bi van çekan êriş li ser pêk tên? Ew rejîmên ku ev çek qedexe kirine, li dijî gelê me bi kar tînin. Van çekan ji welatên Ewropa dikirin, pê bazirganiyê dikin. Tirkiye jî li dijî kurdan bi kar tîne. Ji ber ku dewleta dagirker naxwaze kurd bibe xwedî tu giyanê. Di vê çarçoveyê de li her çar parçeyê Kurdistanê dijberiya kurdan dike.”   'Em hêvî dikin rê li pêşiya komkujiyan were girtin'   Endama Desteya Bilind a Komeleya Kîmyabarana Helebce Rûbar Mihemed diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî, di warê tenduristî, jîngeh û çend warên din de bandoriya xerab li mirov dike, lê heta welatên cîhanê li ser Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî nas nekiriye û got: “Em hêvî dikin rê li pêşiya komkujiyan were girtin. Rê neyê dayîn ev çek werin bikaranin. Lê, tişta ku me fam kir, siyaseta navneteweyî, ji ber bazirganiya xwe dawî li van çekên qedexekirî nayînin.”   'Divê hevdengiyek bê çêkirin'   Endama Desteya Bilind a Komeleya Kîmyabarana Helebce Rûbar Mihemed eşkere kir ku divê ji ber tişta li Behdînanê hatiye kirin, êdî tu welat li gel bazirganiyê li gel Tirkiyeyê neke û rêxistinên li dijî çekên kîmyewî yên li her çar parçeyên Kurdistanê li ser mijarê kom bibin û hevdengiyekê li ser mijarê çêbikin.