Li Swîsreyê ji bo xwedîderketina li HDP'ê çalakî hatin lidarxistin 2021-11-05 11:59:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî 4'ê Mijdarê ya qirkirina siyasî li 4 bajarên Swîsreyê ji bo xwedîderketina li HDP'ê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama HDP ne bi tenê ye hat dayin.    Di salvegera êrişên qirkirina siyasî yên sala 2016'an de ku bi destê Erdogan - AKP/MHP'ê li dijî Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hatin kirin, li bajarên Bern, Basel, Zurîch û Cenevreyê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama "Em hemû HDP'î ne, em li her derê ne" hate dayin.   Bern   Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a li Ewropayê (ADGB) û nûnerên saziyên demokratîk li Europaplatzê ya paytexta Swîsre Bernê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyê şehîda demokrasiyê Denîz Poyraz hate hildan ku li Îzmîrê di serdegirtina avahiya HDP'ê de hate qetilkirin. Her wiha posterên hilbijêrên HDP'î yên dîlgirtî û alên HDP'ê hatin hildan. Şaredarê berê yê Êlihê Nejdet Atalay ê ku wezîfeya wî jê hate standin, di destpêka çalakiyê de axivî û diyar kir ku êrişên qirkirina siyasî hîn jî dewam dikin. Nejdet bi bîr xist ku di encama van êrişên qirkirina siyasî de heta niha bi deh hezaran xebatkarên HDP'ê hatine girtin û got, "Li hemberî êrişên darbeya siyasî ya rejîma faşîst a AKP-MHP, Erdogan, HDP hîn xurtir bû û bûye hêviya gelan. Li dijî êrişên li ser HDP'ê em ê li her derê têkoşîna xwe ya demokrasiyê mezin bikin." Piştî Nejdet, Parlamenterê Serdema 24'an ê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk anî ziman ku beriya 5 salan li dijî HDP'ê darbeya siyasî hate kirin û got, "Em vê bêhiqûqiyê red dikin. Li dijî qirkirina siyasî ya ku li dijî îradeya 6 milyon kesî hate kirin, em dibêjin ku em hemû HDP'î ne." Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo xwedîderketina li têkoşîna demokrasiyê ya HDP'ê bi dawî bû.   Cenevre   Li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakî hate lidarxistin û li dijî faşîzma AKP-MHP-Erdogan a li ser HDP'ê, xwedî li têkoşîna demokrasiyê hate derketin. Bi navê ADGB'ê Alî Orak axivî û got, "Em bang li alîgirên demokrasî, wekhevî, edalet û aştiyê dikin ku piştevaniya HDP'ê bikin. HDP gelan temsîl dike, nikare bê girtin."   Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî bi dawî bû.   Li bajarên Basel û Zurîchê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin û peyama "Em hemû HDP'î ne, em li her derê ne" hate dayin.