Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî nobetê nebû 2021-11-05 11:57:56     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê 242 roj in didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî nobetê nebû. Kurê wê Ferît Şenyaşar, li cihê nobetê axivî û got: "Divê bê zanîn em mafdar in, bi biryar in û em ê heta dawiyê têbikoşin."    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ku sê ferdên mala xwe di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, ji 9’ê Adarê ve Nobeta Edaletê li ber Edliyeya Rihayê digirin. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 242'yê de berdewam dike. Emîne Şenyaşar duh serom di milê wê de li ber edliyê nobeta xwe domand. Lê îro ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li mala xwe nobetê digire. Ferît Şenyaşar serê sibê ji bo nobetê berê xwe da Edliya Rihayê.    Ferît, di qada çalakiyê wiha axivî: "Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dayika min tevlî nobetê nebû. 3 kes hatin qetilkirin û 3 sal û 4 meh li ser bûyerê re derbas bû. Lê dozger tenê dosya me dinêre. Lê belê piştî 200 rojî ya çalakiya me dozger derketiye destûra bêdem. Dozgerê dosyayê 42 roj in nayê edliyê. Me xwest em sedema wê ji Serdozgeriyê pirsin lê nehiştin ku em hevdîtinê pêk bînin. 242 roj in em li ber edliye nobetê digirin. Gelo dozgerê dosyayê li ku ye? Dozger bi baceyên me muçe digire. Muçeyê ku digire gelo dikare bi dilekî rehet bi zarokên xwe re xerç bike? Heke dozger bi wijdan be dê demildest dosyayê veke. Lê divê bê zanîn em mafdar in û em bi biryar in. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."