ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-05 09:00:00     * “Bedenên ku li hemberî tang û topan bûn mertal, îro jî li dijî zîhniyeta zeyanda civakî ya ku bi ‘komeleya pirjiniye’ re kiryarên xwe didomîne li ber xwe dide. Li Rojava niha birînên hezar salî yek bi yek bi destê jinê tên dermankirin.”  JI PÊNÛSA JINAN   *Li Rihayê jinan bertek nîşanî derxistina tezkereyê dan û gotin: "Di tezereyê de behsa bicîhkirina leşkerên biyanî tê kirin, gelo ev leşker ji Efganiyan pêk bê. Divê bê zanîn ku li hemberî Gelê Kurd şereke topyekûn heye û pêwiste em jî li dijî êrişan bibin yek û têbikoşin." BI DÎMEN    *"Kampên ku rastiya civakî û dîrokî digirtin dest û jiyan jî wisa digirt dest pêk hatin. Ji welatên cuda jin hatin gel hev û têkiliyên navbera herêmî û gerdunî de baştir hatin analîzkirin. Rastiya çandî, civakî û dîrok bi kurahî hat dest girtin. Di 3 salên dawî de li 5 welatên cuda 15 kampên jeneolojiyê pêk hatin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz bal kişand ser bandora tecrîdê û got: “Tecrîda li Îmraliyê bişkê wê Tirkiye pêşiya xwe bibîne. Ger îro em neaxivin û hilneberînin wê Tirkiye ber bi tarîtiyê ve biçe." BI DÎMEN    *Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe berdewam dike, wê 7'ê Mîjdarê li Êlihê şahiyekê li dar bixe. Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Gulîstan Yilmaz, wiha got: “Di 7ê Mîjdarê de em li benda hemû ciwanan in ku bi rêxistinbûna xwe ji polîtîkayên şer ên taybet re bibin bersiv.”