Kesên li Agiriyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2021-11-05 08:45:08     AGIRÎ - 11 kesên li Agiriyê di daxuyaniya ji bo 4'ê Mijdarê ya qirkirina siyasî de bi mudaxaleya polîsan hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê do li Agiriyê xwestibû daxuyaniya têkildarî "Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê" bide lê belê polîsan êrişî kesên xwestin daxuyaniyê bidin kiribûn. Di êrişan de Hevserokên HDP'ê yên Agiriyê Semra Ozden û Cemal Akar jî di nav de 11 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin.    Piştî îfadeya li Muduriyeta Emniyetê ya Agiriyê HDP'yîyên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.