Înîsiyatîfa Piştevaniya bi girtiyan re dê dest bi çalakiyan bike 2021-11-04 16:41:03   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, diyar kir ku heta 19’ê Kanûnê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin wê li qadan bin û banga piştevaniyê kirin.    Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, li ser neberdana girtiyên nexweş û şewitandinên înfazê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bes e ji biryarên bernedanê re. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Vîna şoreşger nikare teslîm were girtin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de endamê înîsiyatîfê Ertan Çita axivî.    Tecrîda li ser girtiyan zêde bûye   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan derketine asta herî jor û wiha hat berdewamkirin: “Têkiliya girtiyan a bi derve re tê sînorkirin. Tecrîda li ser girtiyan ji berê zêdetir hatiye kûr kirin.  Girtî bi hêceta 'ne di rewşeke baş de ne' nayên berdan.  Berdana girtiyan ji biryarên 'keyfî' yên rayedarên girtîgehê re tê hiştin. Dewleta ku li girtîgehan her cure zext, tecrîd, îşkence û mûameleya nebaş pêkanînên xwe zêdekirin, bi polîtîkayên şewitandina înfazê hewl dide ku pergaleke ku kesê ketiye hûndir nikare derkeve derve, bi tu awayî hiqûq nexibite bixe meriyetê.”   'Pêkanînên kêfî bi rêya pandemiyê tên meşandin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek mafên girtiyên ên bi têkoşînê bi dest xistin ji destên wan hat girtin û ev tişt hat gotin “Îşkence û mûameleya nebaş zêde bûye. Ev êriş û pêkanînên keyfî bi rêya pandemiyê tên meşrûkirin. Dewlet hewl dide ku vîna girtiyan teslîm bigire. Lêpirsînên dîsîplînê û şewitandinên înfazê êdî bûne amûrên cezakirina girtiyan. Niha ji 60 girtiyan zêdetir lazime hatibûna berdan lê ji ber înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan.”   'Berdana girtiyên nexweş tê astengkirin'   Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirin zêde bûne û wiha hat berdewamkirin: " Temamiya fatûreya pandemiyê ku bi rengekî rast û tenduristî nikare bê kirin, bi giyan û tenduristiya girtiyên hundir tê dayîn. An nexweşxane, an Saziya Tiba Edlî an jî dozgerî berdana girtiyên nexweş asteng dike. Di 6 salên dawî de herî kêm 103 girtiyên ku mafê xatirxwestinê jî nedan wan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Eşkere ye ku jiyana girtiyan bi hêceta ‘ewlehiya civakê’ di nava ‘xeteriyê’ de ye.”   'Bibin dengê derve yê girtiyan'   Di dawiya vdaxuyaniyê de hat bibîrxisitn ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan wê têkoşîna xwe bidomînin û  daxuyanî wiha hat bidawîkirin: "Em ê heta 19’ê Kanûnê li qadan bêjin ‘Bes e ji biryarên bernedanê re’ û ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’. Em ê nehêlin ku girtî li pişt dîwarên tecrîdê bimînin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku bibin dengê derve yê girtiyan û li dijî zext, êrîş û êşkenceya li girtîgehan têkoşînê geş bikin.”