MED-DER'ê li Farqînê nûnertî vekir: Gelê kurd dev ji zimanê xwe bernade 2021-11-04 15:32:20     AMED - Saliha Aydeniz a DBP'yî ya di vekirina nûnertiya MED-DER'ê ya li Farqînê axivî diyar kir ku ji ber polîtikayên tecrîd û qirkirinê yên sîstemê welat ber bi aloziyê ve diçe û wiha got:"Ger heta niha zimanê kurdî li ser piyan be ev bi saya têkoşîna gelê kurd a ji bo parastina çanda xwe ye."   Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (Med-Der), li Farqînê şaxeke nû vekir. Rêxistina HDP'ê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevserokên MED-DER'ê Şîlan Elmaskan û Rifat Roni, rêveberên DBP û HDP'ê beşdarî vekirinê bûn.    'Divê sîstem ji gelê kurd lêborînê bixwaze'   Hevserokê Med-Derê Rifat Ronî yê berî vekirinê axivî wiha got:"Li vî welatî ji bo zimanê kurdî tenê komele têr nakin. Divê dibistanên bi kurdî bên vekirin. Gelê kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in. Ev 98 sal in zimanê me qedexe kirine. Divê sîstem ji gelê kurd û zarokên gelê kurd lêborînê bixwaze. Ji ber wan ji zimanê dayika wan mehrûm dihêle."   'Bi polîtîkayên tecrîdê dewletê ber bi kaosê ve dibin'   Piştre Saliha Aydeniz axivî. Salihayê bi qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê ya di 4'ê Mijdara 2016'an de dest bi axaftinê kir. Salihayê wiha got:"Ji her salê carekê çawa li Tirkiyeyê darbe pêk tên di 6 salên dawî de hema bêje ji mehê carekê qirkirina siyasî pêk tê. Bi polîtîkayên tecrîdê dewletê ber bi kaosê ve dibin. Bi salan e êrişî gelê kurd dikin. Bi êrişan kurd ji çand û zimanê xwe naqerin. Naskirina zimanê kurdî naskirina gelên Tirkiyeyê ye. Ger heta niha zimanê kurdî li ser piyan be ev bi saya têkoşîna gelê kurd a ji bo parastina çanda xwe ye."   Piştî axaftinê Saliha û jinan nûnertiya nûh vekirin.   Piştre girse derbasî avahiya nûnertiyê bû û bi gotina stranan a Koma Muzikê ya Dicle-Firat'ê govend hat gerandin. Bername bi govendê bi dawî bû.