HDP: Meşa me ya li ser rêya sîyaseta demokratîk wê bidome 2021-11-04 13:15:09     AMED - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê têkildarî darbeya siyasî ya 4 'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de hate desnîşankirin ku 4ê Mîjdarê derbeyekê li dijî vîna gel hatiye organizekirin û wiha hate gotin: “5 sal piştî Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê em careke din diyar dikin ku em ê tu carî teslîmî operasyonên paqijkirin û çewisandina siyaseta demokratîk nebin.” Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî têkildarî darbeya siyasî ya 4 'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê daxuyanîyek da.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî darbeya siyasî ya 4 'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê li Parka Hazal a Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, rêxistinên HDP û DBP'ê yê naçeyê beşdar bûn. Her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) beşdar bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê HDP'ê yê bajêr Zeyyat Ceylan ve hate xwendina.   Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî têkildarî darbeya siyasî ya 4 'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ê bi biryar têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê berdewam bikin."   'Derbeyek li dijî vîna gel hat organizekirin'   Zeyyat destnîşan kir ku derbeya 4'ê Mîjdarê derbeyek li dijî vîna gel hate organizekirin e û wiha axivî: “5 sal berê li dijî partiya me derbeyeke siyasî pêk hat û ev 5 sal in bê navber ev êriş û operasyon didomin. Di çarçoveya vê derbeyê de bi dehan wekîlên me, bi taybetî Hevserokên me yên Giştî yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran hilbijêrên me hatin girtin. Ev operasyona derqanûnî li dijî siyaseta demokratîk û daxwaza aştiyê ya gel pêk hat. Ew derbe, wek derbeyeke li dijî vîna gel hate organîzekirin. Armanca sereke ya darbeyê ew bû ku li gel rehîngirtina siyaseta demokratîk vê mekanîzmaya rehîngirtinê li civakê jî belav bike. Pergala desthilatdar xwest bi van operasyonên derqanûnî, li gel siyaseta demokratik, daxwaza gel a azadî, wekhevî û aştiyê bi tevahî ji holê rake.”   'Operasyonên sîyasî ji wê rojê heya niha berdewam in'   Zeyyat bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an û got: “Bi taybetî jî piştî encamên hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an, hêviya ku partiya me di gelên Tirkiyeyê de afirand, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi dawîkirina Pêvajoya Çareseriyê û bi plana şer û hilweşandinê rûbirû ma. Ji wê demê û vir ve di operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partiya me de, piştî daxuyaniya Serokê AKP'ê Erdogan a di 28'ê Tîrmeha 2015'an de "Divê parêzbendî bê rakirin" û "berdêl bidin" de bi deh hezaran endamên partiya me hatin binçavkirin, bi hezaran rêvebir, hevşaredar û endamên me hatin girtin û sirgûnkirin.”   'Meşa me ya li ser rêya sîyaseteta demokratîk wê bi biryardarî bidome '   Zeyyat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev gotinên Erdogan, bûn destpêka operasyonên 4’ê Mijdarê, Darbeya Qeyûman a 19’ê Tebaxê, Doza Kobanî û dosyaya girtina partiya me. Xwestin ku hêrs û berdêla têkçûna xwe ji HDP’ê û ji gelan bistînin. Armanca wan ew bû ku siyaseta demokratîk hilweşînin û hemû hêviyên demokrasiyê ji holê rakin. Di warê siyasetê de nikarin derkevin pêşiya HDP'ê. Bi zilm, dezgehên dadwerî û ewlehiyê hewl didin me bitirsînin. Lê meşa me ya li ser vê rêyê wê bi biryardarî bidome. Me di şexsê wekîlên xwe de ku bi ked, vîn û dengên gelên xwe mafê temsîliyetê bi dest xistine, vê derbeya siyasî ya li dijî partiya xwe protesto dikin. 5 sal piştî Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê em careke din diyar dikin ku em ê tu carî teslîmî operasyonên paqijkirin û çewisandina siyaseta demokratîk nebin. Em soz didin ku em ê bibin têkoşerên biryardar ên têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ya gelê xwe.”   Li Rihayê li dijî qirkirina siyasî daxuyanî hat dayin   Rêxistina HDP'ê ya Rihayê têkildarî darbeya siyasî ya 4 'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ê bi biryar têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê berdewam bikin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê têkildarî 4'ê Mijdarê qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê daxuyanî da. HDP’ê li avahiya bajar daxuyanî da. Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ziya Çalişkan darbeya siyasî şermezar kir û wiha got: "5 sal di ser darbeya 4’ê mijdarê re derbas bû. Careke din dibêjin em ê siyaseta demokratîk tu carî teslîmî  polîtîkayên wan ên tunekirin û zulmê nekin. Em ê bi biryar têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê berdewam bikin."