Emîne ligel nexweşiya xwe tevlî çalakiyê bû 2021-11-04 12:16:13   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê 241 roj in didome. Emîne Şenyaşar bi serûma di milê xwe de nobeta xwe didomîne.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ku sê ferdên mala xwe di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, ji 9’ê Adarê ve Nobeta Edaletê li ber Edliyeya Rihayê digirin. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 241'ê de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê berê xwe dan ber edliyeyê. Ji ber nexweşiya tansiyonê Emîne rakirin nexweşxaneyê.    Ligel hişyariya bijîşkan a ku divê du rojan behna xwe vede, Emîne bi serûma di milê xwe de berê xwe da cihê çalakiyê. Li ber Edliya Rihayê çalakiya xwe didomîne.    Ferîd Şenyaşar derbarê rewşa dayika xwe Emîn Şenyaşar de wiha axivî: "Ev tişt êdî zilm e. Dayika min li ber çavê min roj bi roj dihele. Îro dê bi tevlîbûna parezer û endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê derbarê çalakiyê de agahiyê bidin raya giştî."