Li Rihayê yek jê jin du kes hatin binçavkirin 2021-11-04 12:16:08     RIHA - Di serdegirtina malan a li Pirsûsa Rihayê de Emine Ozçelik û Omer Orçin hatin binçavkirin.    Li Pirsûsa Rihayê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin. Li Kuçeya Uçpinarê Emine Ozçelik û li Kuçeya Hurriyetê jî Omer Orçin hat binçavkirin.    2 kesên sedema binçavkirina wan nehat famkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Pirsûsê.    Emine Ozçelik hefteyeke berê hatibû binçavkirin û dîsa hatibû berdan.