Li dijî darbeya siyasî daxuyanî hatin dayin 2021-11-04 12:09:43     MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya navçe û navenda Mêrdînê têkildarî darbeya siyasî di heman demê de daxuyanî dan.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artûklû, Stewrê, Dêrik, Qoser, Nisêbîn, Şemrex û Mehsertê bi armanca şermezarkirina darbeya siyasî di heman demê de daxuyaniya çapemeniyê dan. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê, rêxistina HDP’ê û DBP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokên HDP’ê yên navçeyê ve hatin xwendin.   ‘Darbe li dijî vîna gel e’   Metna daxuyaniyê ya hevpar hatiye xwendin bi vî rengî ye: “5 sal berê li dijî partiya me derbeyeke siyasî pêk hat û ev 5 sal in bê navber ev êriş û operasyon didomin. Di çarçoveya vê derbeyê de bi dehan wekîlên me, bi taybetî Hevserokên me yên Giştî yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran hilbijêrên me hatin girtin. Ji ber ku ev operasyona derqanûnî li dijî siyaseta demokratîk û daxwaza aştiyê ya gel pêk hat. Ew darbe, wek derbeyeke li dijî vîna gel hate organîzekirin. Armanca sereke ya darbeyê ew bû ku li gel rehîngirtina siyaseta demokratîk vê mekanîzmaya rehîngirtinê li civakê jî belav bike. Pergala desthilatdar xwest bi van operasyonên derqanûnî, li gel siyaseta demokratik, daxwaza gel a azadî, wekhevî û aştiyê bi tevahî ji holê rake.”   ‘Tirkiye her roj ber bi dawiyê ve diçe’   Armanca hevpar a van operasyonên ku her dem bi hincet û navên cuda li dijî partiya me tên kirin ew e ku HDP di warê têkoşîn û rêxistinkirina li dijî faşîzma li Tirkiyeyê hêza herî bi bandor a civakî û siyasî ye. Armanc têkbirina jiyaneke hevpar, wekhev û azad a gelên Tirkiyê ye. Hikûmeta ku bi zext, tundî û polîtîkayên xwe yên dijwar dixwaze me tune bike, her roj ber bi dawiya xwe ya siyasî ve diçe. Me di serî de jî got em bên binçavkirin, girtin, avahî û mîtîngên me bên bombekirin, şaredariyên me bên desteserkirin jî herî dawiyê wê faşîzm hilweşe. Di vê pêvajoyê de ku kesên di xitimandinê de israr dikin bêçare têk diçin û partiya me li ber xwe dide û ji bo gelên Tirkiyeyê hêviya herî mezin e.   Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi şer, operasyonên tasfiyeyê yên li dijî siyaseta demokratîk û polîtîkayên ewlekariyê hewl dide temenê xwe dirêj bike, avakirina xeta herî berfireh a têkoşîna civakî û siyasî, weke duh jî pêwîstiyeke hebûna me ya siyasî ye.   Em soz didin!   Li dijî êrişên topyekûn ên li ser tasfiyekirina siyaseta demokratîk, em ê bi avakirina tifaqa demokrasiyê, ji bo pûçkirina van pêngavan têkoşîna xwe ya rêxistikirî û siyasî bidomînin. Em di şexsê wekîlên xwe de ku bi ked, vîn û dengên gelên xwe mafê temsîliyetê bi dest xistine, vê derbeya siyasî ya li dijî partiya xwe protesto dikin. 5 sal piştî Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê em careke din diyar dikin ku em ê tu carî teslîmî operasyonên paqijkirin û çewisandina siyaseta demokratîk nebin. Em soz didin ku em ê bibin têkoşerên biryardar ên têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ya gelê xwe.   Daxuyanî bi dirûşma “Ji darbeya siyasî re na” bi dawî bû.