Li Hezexê darbeya 4'ê Mijdarê hat şermezarkirin 2021-11-04 12:04:48     ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Hezexê, têkildarî 5'emîn salvegera Darbeya Qirkirina Siyasî ya 4'ê Mijdarê de daxuyanî da û got ku bi vê re xwestin daxwaza azadiyê tune bikin û peyama ew ê tu carî teslîm nebin da.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a  Navçeya Hezexê ya Şirnexê, têkildarî 5'emîn salvegera Darbeya Qirkirina Siyasî a 4'ê Mijdara 2016'an de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.  Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP'e ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwendin.     'Armanc têkbirîna azadiyê ye'    Sabuha, bi bîrxist ku 5 sal berê li dijî partiya wan darbeyek siyasî pêk hat û ev 5 sal in bênavber êrîş û operasyonên li hemberî wan didomin. Sabuha, anî ziman ku pergala desthilatdar xwest bi van operasyonên derqanûnî, li hemberî siyaseta demokratîk, daxwaza gel a azadî, wekhevî û aştiyê bi tevahî ji holê rabike û wiha got: "Armanca hevpar a van operasyonên ku her dem bi hincet û navên cuda li dijî partiya me tên kirin ji ber ku HDP di warê têkoşîn û rêxistinkirina li dijî faşîzma li Tirkiyeyê hêza herî bi bandor a civakî û siyasî ye. Armanc têkbirina jiyaneke hevpar, wekhev û azadiya gelên Tirkiyê ye."    'Têkoşîna xwe ya rêxistinkirî a siyasî bidomînin'   Sabuha, destnîşan kir ku hikûmet bi zext, tundî û polîtîkayên xwe yên dijwar dixwaze wan tune bike û wiha domand: "Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi şer, operasyonên tasfiyekirinê yên li dijî siyaseta demokratîk û polîtîkayên ewlekariyê hewl dide temenê xwe dirêj bike, avakirina xeta herî berfireh a têkoşîna civakî û siyasî, weke duh îro jî pêwîstiyeke hebûna me ya siyasî ye. Li dijî êrişên topyekûn ên li ser tasfiyekirina siyaseta demokratîk, em ê bi avakirina tifaqa demokrasiyê, ji bo pûçkirina van pêngavan têkoşîna xwe ya rêxistinî û siyasî bidomînin."   'Em ê tu carî teslîm nebin'    Sabuba, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "5 sal piştî Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê em careke din diyar dikin ku em ê tu carî teslîmî operasyonên paqijkirin û çewisandina siyaseta demokratîk nebin. Em soz didin ku em ê bibin têkoşerên bi biryar yên têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ya gelê xwe."   Daxuyanî, bi çepik û diruşman bi dawî bû.