ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-04 09:00:00     *Endama Komîteya Perwerdeyeyê  ya PYD'ê ya Helebê Cîhan Hiseyn li ser naskirina Rêveberiya Xweser a ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve nirxandin kir. Cîhanê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo hemû gelan wê çareseriyê bîne û wiha got:"Reveberiya Xweser rengê gelan e, bi hêviya her kes nas bike." DÎMEN HEYE   *Parêzer Adîle Salman der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan de axivî û da zanîn ku tecrîd di her alî de lekeya reş a hiqûqê ye.    * Berdevka Komîsyoan Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca, 4’emîn salvegera qirkirina siyasî ya li hember HDP’ê hat destpêkirin nirxand û di 4’ê mijdarê de di şexsê HDP’ê de hewl hatiye dayîn pêşiya Gelê Kurd bê girtin û ya ku divê bê darizandin desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. BI DÎMEN    *Parêzer Ozlem Yilmaz got divê destûr neyê dayîn ku wesayîtên zirxî li bajaran bigerin û got ji bo têkoşîna li dijî vê divê rêxistinên civakî yên sivîl çareseriyek hevpar ava bikin. BI DÎMEN    *Ji ekîba Zarok Ma ya li Kadîfekaleyê ji zarokan pêk tê, Evîn Tîryakî destnîşan kir ku wê bi zarokan re her tim bên gel hev û hedefa wan ev e ku li Îzmîr, Wan, Stenbol û Mêrdînê şaxê vebikin. BI DÎMEN    * Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê, têkildarî Darbeya Qirkirina Siyasî ya 4'ê Mijdarê li ber avahiya navçeya Hezexê daxuyaniyê bide. (10.30) BI DÎMEN    *Rêxistina HDP'ê dê li navçe û navenda Mêrdînê derbarê qirkirina siyasî ya 4'ê Mijdarê de daxuyaniyan bide. (11.00) BI DÎMEN