Endamên Parlementoya Ewropayê: Divê derbarê çekên kîmyewî de lêpirsînê bê kirin 2021-11-03 17:06:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Ewropayê xwestin bila li ser çekên kîmyewî lêpirsîneke navneteweyî were kirin.   Hevserokên Koma Dostaniya Kurdan Françoîs Alfonsî (Partiya Keskan/EFA, Fransa)  Andreas Schieder (S&D, Avûstûrya) Nîkolaj Vîllûmsen (LEFT, Danîmarka) xwestin bila li ser çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne, lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin.   Endamên Parlementoya Ewropayê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan û got “Li Kurdistana Iraqê bi sedan parlementer, rojnameger, ronakbîr, çalakgerên mafên jinan, çalakgerên mafên mirovna û saziyên civakî hişyariyê dikin ku dewleta Tirk li ser axa Iraqê dema operasyonên leşkerî dike, çekên kîmyewî bi kar tîne.”   Endamên Parlementoya Ewropayê daxwaza bila Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Ofîsa Karên Bêçekkekirinê ya Neteweyên Yekbûyî lêpirsînekê bide destpêkirin û komîsyoneke serbixwe ava bike, bi bîr xist û got “Tirkiye li Sûriye (Rojava) û Iraqê li ser herêmên Kurdan polîtîkaya xwe ya êrişkariyê zêdetir dike û hiqûqa navneteweyî bi awayekî sîstematîk bin pê dike.”   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heke mudaxeleyeke xurt û lezgîn neyê kirin wê Tirkiye di van kirinên xwe de yên li dijî aştiyê cesaret bistîne.   Di daxuyaniyê de hate gotin “Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Ewropayê piştgiriyê dide vê bangê û dixwaze ku saziyên navneteweyî bi lezgîn tevbigerin û ji bo lêpirsînê heyetekê bişînin.”