Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bikin pirtûk 2021-11-03 15:21:27   ÎZMÎR - Dayika Denîz Fehîme, ragihand ku ji gelek girtîgehên Tirkiyeyê name ji wan re hatine û got: "Her nameyek wateyek xwe heye. Em ê van nameyan wekî pirtûk çap bikin. Name bi piranî yên girtiyên cezayê meuebdê li wan hatiye birîn an jî pir zûde di girtîgehê de ne."    Di 17'ê hezîranê de li hemberî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji hêla Onur Gencer êrişek pêk anî û xebatkara partiyê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Parêz, malbat û rêhevalên wê têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna edaletê didomînin. Ji her derê peyama piştevaniya ji bo malbatê tê dayîn. Gelek malbat navê zarokên xwe kirin Denîz. Her wiha girtî jî malbatê bi sedan name nivîsin.    Dayika Denîz, Fehîme Poyraz ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û anî ziman ku di ser mirina keça wê re meh derbas bûne lê hê jî gelek kes tên serdana wan. Fehîme, diyar kir ku bi piştevaniya gel li ser pêyan e û got: "Deriyê mala me ji bo her kesî vekiriye. Kî tê, li ser sera ser he rdu çavan. Bi hezaran mirov xwedî li Denîzê derketin û rabûn ser pêyan. Me û dayikên din ên êşbar mil da milê hev du û em têkoşîna xwe didomînin."    Fehîme, diyar kir ku pitikên piştî Denîzê çêbûne navê wê li wan hatiye kirin û ji ber vê pir kêfxweş bûne û got: "Mala malbatên Denîzên biçûk ava be, her roj telefonî min dikin. Gava ez çav bi wan zarokan dikevim ez dibêjim 'Denîz nemiriye.' Ew jî zarokên min in û dibêjim Denîzên min. Bil ave dayik tu derd û kuelek zarokên xwe nebînin. Ev malbat xwedî li keça min derketin. Ji ber ku navê wê li zarokên xwe kirin, ez pir kêfxweş im."    Fehîme ji bo tûrnûvaya fûtbolê ku ciwanan li ser navê Denîz Poyrazê li dar xistin jî got: "Ewilî ji Stenbolê telefonî min kirin. Em pir kêfxweş bûn. Jixwe Denîz gava sax bû jî ji tiştên wis ahez dikir. Pir ji dawetan, çalakiyan hez dikir. Li ku derê dawetek hebûna Denîz li wir bû. Pir neşedar bû. Ciwanan gotiye 'Heya dayê neyê em dest pê nakin.' Em nikaribûn biçin, lê me telefonî wan kir û me maç da destpêkirin. Em pir hestiyar bûn. Tûrnûvayê rengekî din li jiyana me zêde kir."    Dayika Denîz Fehîme, ragihand ku ji gelek girtîgehên Tirkiyeyê name ji wan re hatine û got: "Her nameyek wateyek xwe heye. Em ê van nameyan wekî pirtûk çap bikin. Name bi piranî yên girtiyên cezayê meuebdê li wan hatiye birîn an jî pir zûde di girtîgehê de ne."    Fehîme, bal kişand ser îdianameya ku derheqê Onur Gencer de hatiye amadekirin jî û got: "Wê rojê pir nebaş bûm. Bêhna min dernediket, laşê min giran bû. Ji roja ku îdianame hatiye amadekirin heya niha hema bibê bi xw eve nehatime. Kujer bi tena serê xwe nekir. Derket holê ku beriya bûyerê kujer 27 caran telefonî midûriyeta polîsan kiriye. Îdianame nîşan dide ku keça min bi awayekî plansazkirî hatiye qetilkirin. Keça min bi îşkence, kîn û nefretê hat qetilkirin. Ev qetilkirineke mezin e. Çawa dil min şewitî, bila yê wan jî wise bişewite. Ez doza edaletê dikim. Bila kesên kujer diparêzin bên eşkerekirin."