'Kesên xwedî wicdan cihê nobetê vala nehêlin' 2021-11-03 14:19:14   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ku 240 roj e di 'Nobeta Edaletê de ne' beriya çalakiya xwe daxuyanî dan û gotin, "Em li benda mirinê namînin, ger ku pêwist bike em ê li ber deriyê serdozger rûnên. Ger ku serdozger daxwaza me ya duyemîn qebûl bike û me bişîne girtîgehê kesên xwedî wicdan cih nobetê vala nehêlin."   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêstvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe yê ku ji bûyerê bi birîndarî filitîn bi daxwaza edaletê ji 9'ê Adarê  ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeta Edaletê" kiribûn û çalakî di roja 240'ê de berdewam dike. Malbatê duh nobeta xwe li ser derenceyên edliyê dabû destpêkirin. Malbatê duh bi Fadil Şenyaşar ê ku li Girtîgeha Xerpêtê 3 sal e girtî ye re bi rêya telefonê axivî.    'Cihê nobetê vala nehêlin'   Ferît Şenyaşar ê ku li gel diya xwe ev 8 meh in di ''Nobeta Edelatê'' de ye, têkildarî çalakiya nobetê got, ''Ev 8 meh in em li vir in. Nexweşiya diya min her ku diçe lê giran dibe. Tişta ku bi serê diya min hatiye dersa mirovahiyê ye. Divê hinek dawî li vê nehiqûqiyê bînin. Zivistan tê. Êdî diya min nema dikare vê zilmê rake. Em civak heke dengê xwe bilind bikin ev zilm wê bi dawî bibe. Em li bendî mirinê namênin ger ku pêwist bike em ê li ber deriyê serdozger rûnên. Du daxawzên me hene. Ya van daxwazên me bi cih bînin an me jî bişînin girtîgehê. Dayika min nikare vî çileyî li vir derbas bike. Ger ku serdozger daxwaza me ya duemîn qebûl bike û me bişîne girtîgehê kesên xwedî wicdan cihê nobetê vala nehêlin."    Malbata Şenyaşar piştre li derenceyên edliyê dest bi çalakiya nobetê kir lê polîsan nehiştin ku li derenceyan çalakî were kirin, got li baxçe dikarin rûnin.