Li Wanê buhayê nan zêde bû 2021-11-03 10:14:02     WAN - Di nava 10 mehî de du caran li Wanê buhayê nan zêde bû. Nanekî bi 250 gramî bû 1.80 lîre. Ev yek li herêmê bû sedema nerazîbûna welatiyan.    Li Wanê li pey hev buhayê nan hate zêdekirin ku ev yek bûye sedema nerazîbûnan. Xwediyê firinan dibêjin, ji ber zêdebûna buhayê ard, rûn û sotemeniyê ew neçar mane buhayê nan zêde bikin.   Li Wanê, meha Çileyê bi 25 qurişî buhayê nan hatibû zêdekirin. Niha jî di meha cotmehê de bi 30 qurişên din nan biha bû. Meha Çileyê nanekî bi 210 gramî 1.25 qurişî bû, niha bûye 1.80 qurişî.   Welatiyan diyar kirin ku ji ber ji ber zema li ard, rûn, elektrîk, gaz û madeyên din hatiye kirin, buhayê nan hatiye zêdekirin.