'A li girtiyan tê kirin zilm e, em li dijî vê zilmê bêdeng nemînin' 2021-11-03 09:02:37     Medya Uren   MÊRDÎN - Girtiyê Siyasî Abdullah Gunay ê di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin di hevdîtina bi rêya telefonê de ji malbata xwe re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên kirin ragihand û banga xwedîderketina li girtîgehan kir.   Di demên dawî de binpêkirinên mafan û tecrîda li ser girtiyên siyasî tê meşandin bi bûyerên nû re di rojevê de ne. Girtiyê siyasî Abdullah Gunay ê di Girtîha Kiriklara Îzmîrê de dimîne bi rêya telefonê ragihand ku 2 hevalên wan bi zorê ji qawişê hatine revandin û ji ber tundiya li ser wan tê kirin dest bi çalakiya dengderxistinê kirine. Li ser çalakiya ku bi rojane berdewam dike jî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  serdana girtîgehê kir.   Di serdana ku pêk hatiye de girtiyan binpêkirinên mafan ên diqewimin anîn ziman  û daxwaza vekirina dozê kirine. Parêzerên ÎHD'ê wê li Midurê Girtîgeha Kiriklarê Ali Haydar Ak doz vekin. Girtiyan di axaftina xwe de jî gotibûn ku ev kes ji bo wan ji hev veqetînin hemû rêbazan bi kar tîne. Ango li ser wan tundiyek derûnî tê meşandin. Parêzeran di heman demê de jî diyar kirin ku ji ber çalakiya li dijî binpêkirinên mafan hatine meşandin jî dixwazin cezayê disiplînê li girtiyan bibirin.   'A li girtiyan tê kirin zilm e, em li dijî vê zilmê bêdeng nemînin'   Diya girtiyê siyasî Abdullah Gunay, Besna Gunay da zanîn ji derve ne bes bû di nava çar dîwaran de jî îşkenceyê li girtiyan dikin. Besnayê bal kişand ser binpêkirinên mafan û got:"Di bin navê qanûnan de rêbazên kêyfî li ser zarokên me didin meşandin. Destûra bêhndayînê ya ku nava rojê dihat dayîn jî di bin navê van qanûnan de hate rakirin. Bi hinceta şewbê bêtir tecrîdê li wan dikin. Gelek hevalên wan ji gel wan hatine revandin. Bi sedan bûyerên bi vî rengî diqewin. A li wan tê kirin zilm e. Ew jî li dijî vê zilmê bê guman wê helwesta xwe nîşan bidin. Lewra ew li dijî vê jî derdikevin. Pêwîst e em bêdeng nemînin. Dixwazin înfaza zarokên me betal bikin. Dixwazin li ser zilma dikin re zilma mezintir bikin. A li girtiyan tê kirin zilm e, em li dijî vê zilmê bêdeng nemînin."   'Hûn çi dozê li zarokên me dikin?'   Besnayê diyar kir ku midurê ku hatiye tayînkirin bi awayekî kêyfî bi ser girtiyan de tê. Besnayê wiha berdewam kir:"Ew midurê ku hatiye tayînkirin tundiya derûnî li ser wan dide meşandin. Ew çi dozê li zarokên me dikin. Ma ne bes e! Ew ne tenê zarokên me, tevî wan malbatên wan jî dixin nava tecrîdê. Ew bi milyonan mirovan dixin nava vê zilmê. Ev rewş hatiye wê astê ku rexmî cezayên wan diqedin jî wan bernadin. Girtiyên nexweş, girtiyên ku temenê wan mezin in jî rexmê rapora xwe ya nikare di girtîgehe de bimîne jî nayên berdan. Ji bo vê ji hincetên wan zêde ne."   'Bila êdî xwe ker û lal nekin'   Besnayê di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû dayikan kir û got:"Me beriya niha bi çalakiyên xwe piştgirî da girtîgehê. Em ji wan re bûn deng û moral. Pêwîst e em çalakiyên xwe niha jî bidin berdewamkirin. Em nebin deng wê bibe dereng. Êm ê vê zilmê qebûl nekin. Ez bang li dayikan, komeleyên mafê mirovan, yên Ewrûpayê dikim. Bila êdî xwe ker û lal nekin. Em tev de rabin êdî."