TJA'yê banga 25'ê Mijdarê kir: Em ê li dijî şer bisekine 2021-11-02 16:46:54   STENBOL - Berî hevdîtina "Dema azadiyê" aktivîstên TJA'yê li Bagcilar bi jinan hatin gel hevdu û banga tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin. Aktivîstên TJA'yê gotin:"Em ê bi serhildana xwe ya di nava dîroka têkoşîna me de li dijî şer bisekine."   Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dê bi dirûşma "Li dijî şer, tundî, xizanî û îstismarê dema azadiyê ye" dê jin hevdîtinê pêk bînin. Di vê çarçoveyê de jin li Rêxistina HDP'ê ya Bagcilarê hatin gel hevdu. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê beşdarî çalakiyê bûn. Bernameyê bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir û di destpêkê de aktivîsta TJA'yê Felek Erdem axivî.    'Em şer naxwazin'   Felekê banga têkoşîna hevpar a li dijî şer, qeyrana aboriyê, tundiyê û talanê kir û wiha got:"Tevgera jina kurd şer naxwaze. Gelek derdên me yên jinên kurd hene. Ji êrişa li ser nasnameyê bigirin heta êrişa li ser xwezayê û polîtîkaya şerên taybet. Çekên kîmyewî jî tên bikaranîn. Li bajarên kurdan bikaranîna hişbirê zêde bûye. Em ê bi serhildana xwe ya di nava dîroka têkoşîna me de li dijî şer bisekine."   'Tecrîd li ser hemû gelan pêk tê'   Felekê di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelan e. Tecrî li mal, kuçe hemû derê pêk tê. Ev yek jî bi komkujî, binçavkirin û polîtîkayên şerê taybet pêk tê."   'Ayşe Gokkan jina kurd parast'   Felekê da zanîn di sîstema darazê de ji bo tolhildanê ceza tên birîn û wiha domand:"Ji bo Berdevka me ya Demê Ayşe Gokkan 30 sal ceza hat birîn. Ayşeyê jina kurd parast li dijî komkujiyan sekinî. Tevî hemû êrişan em rêxistina xwe mezin dikin û em li cîhanê tên naskirin."   Hişyariya 'girêdanê'   Felekê bal kişand ser bikaranîna hişbirê ya li bajarên kurdan û da zanîn ku ji bo vê yekê divê herkes piştgiriyê bide kampanyaya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê daye destpêkirin.    Piştî axaftina Felekê hevdîtin bi çepikan bi dawî bû.