Faîze û Îbrahîm hatin berdan 2021-11-02 16:34:41     MÊRDÎN - Faîze û Îbrahîm Dîner ên beriya 9 rojan di operesyona li çiyayê Omeriyan hatibu destpêkirin de hatibun binçavkirin hatin berdan.   Di operesyonên leşkerî yên di navbera 22 -26’ê Cothmehê de li herêma Omeriyan berdewam  dikirin de Îbrahîm (73) û Faîze (72) Dînler ên ji gundê Qurdîsê ne hatibûn girtin. Hevjînên ku rastî tundiya fîzikî û derûnî hatine piştî 9 rojan bi şertê kontrola adlî serbest hatin berdan.