Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin 2021-11-02 16:23:46   KONYA - Rêxistina HDP'ê ya Konyayê di civîna çapemeniyê ya têkildarî Roja Rojava ya Cîhanê de wiha got:"Ew ê tu êriş û reşkirin vê rastiyê reş neke."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    'Ew ê tu êriş û reşkirin vê rastiyê reş neke'   Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Songul Çetin a di daxuyaniyê de axivî wiha got:"Li Rojava nirxên mîna mirovatiyê, azadiya jinê, azadiya gelan, neteweya demokratîk, bawerî û hêvî derketin holê. 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li dijî hovîtiya hemû cîhanê, li dijî tanq û topan sîmgeya nayê jibîrkirin e. Bi vê munasebetê em dibêjin bila 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li hemû bawerî û gelên tên çewisandin pîroz be. Ew ê tu êriş û reşkirin vê rastiyê reş neke."