Jinek bi awayekî zindî hat şewitandin 2021-11-02 15:22:13   NAVENDE NÛÇEYAN - Hat hînbûn li Makuya Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber jina ducanî dê pitikeke keç bianiya ji aliyê mêrê pê re zewicî ve bi zindî hatiye şewitandin.    Li gorî agahiyên rêxîstîna mafê mirovan a Rojhilatê Kurdistanê parve kir li Maku ya ser bi bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê mêrê bi navê Resul Teyar dema pê dihese jina pê re zewicî Fatîme Resule ya ducanî dê zarokek keç bîne diniyayê dest û lingê wê girê da paşê jî agir bera wê da. Ji ber piraniya bedena Fatîmê şewitîbû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.   Mêrê kujer jî hîna nehatiye girtin.