1'ê Mijdarê li Mexmûrê hat pîrozkirin 2021-11-02 13:13:26   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya TJCM û TCM’ê  1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi şahiyekê li navenda Çand û Hûnerê hat pîrozkirin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê  bi şahiyekê hat pîrozkirin. Ciwanan di destpêkê de bi konvoya wesayîtan ku bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşerên Kobanê hatin xemilandin li nava wargehê geriyan. Piştî gerandina konvoyê ciwan li ber navenda çand û hunerê kom bûn û sînevîzyonek li ser berxwedana Kobanê hat nîşandan û daxûyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Çîçek Orhan ve hate xwendin.   Çîçek Orhan di destpêka axaftina xwe de hemû têkoşerên şoreşê û bi taybet lehengên destana Kobanê di şexsê Arîn Mîrkan, Zehra Penaber, Viyan Peyman û Gelhat de hemû têkoşerên berxwedana Kobanê bi bîr anî û bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê û wiha got :"Li ber çavên hemû cîhanê amadekariyên êrişên mezin yên bi hezaran leşker û çeteyên biyanî bi çekên giran ve tên kirin. Têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê ya di Kobanê de ji bo hemû cîhanê bu hêviyek û ronahiyek. Ji ber ku li Kobanê şerê hebûn û tûnebunê hatibû meşandin."   Çîçekê bal kişand ser pêşengiya ciwanan a pêngava bi pêşengiya ciwanan hat ragihandin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em weke ciwanên Mexmûrê di çarçoveya hemleya Werin Cenga Azadiyê de em vê berxwedana dîrokî bi bîr tînin û pîroz dikin. Bi taybet ji bo şervanên azadiyê ku di pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de li çiyayên Kurdistanê bi berxwedanek bêhempa li ber xwe didin, em wana bi germahiya dilê xwe silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."   Piştî daxuyaniyê sînevîzyonek ku li ser berxwedana Kobanê hatibû amadekirin hat nîşandan. Pîrozbahî bi gerandina govendê û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.