'Nobeta Edaletê' di roja 239'an de didome 2021-11-02 12:33:37   RIHA - 'Nobeta Edaletê' ya ji aliyê Emîne û Ferît Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir di roja 239'an de didome   'Nobeta Edaletê' ya ji aliyê Emîne û Ferît Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir di roja 239'an de didome. Malbat îro jî hat ‘Qada Edaletê ya Malbata Şenyaşar’ û nobeta xwe wê êdî li ser dirêncekên avahiya dadgehê bidomîne. Parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî tevlî çalakiya malbatê bû.   Ferît Şenyaşar di nobetê de bal kişand ser edaletê û wiha got: “Wezîrê Edaletê dibêje ‘Tişta ku avahiyê dike dadgeh ne tabela ye, edaleta paqij û lezgîn a di nava wê de ye’ Ma qey ev dadgeh ne girêdayî wezaretê ye? Zarok û hevjînê vê dayikê hatin qetilkirin, 8 meh in li pêşiya vê avahiyê ye. Çima edalet pêk nayê? Biryarên siyasî tên sitendin. Divê roj berî rojekê edalet pêk were.”   Dema ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê xwest dîmenê qada çalakiya nobetê bigire, polîsan gotin: “Qedexe ye ku li dadgeh û dora wê dîmen were qeydkirin” û ew ji hewşa dadgehê derxistin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya li ser dirêncekên dadgehê didomînin.