Li Wanê mirina bi guman a zarokekî 2021-11-02 12:06:10   WAN - Li Miksê zarokê bi navê E.Y. ku hat angaştkirin xwe întihar kiriye jiyana xwe ji dest da.     Hat angaştkirin ku zarokê 17 salî yê bi navê E.Y. li navçeya Miksê ya Wanê întihar kiriye. Piştî întiharê ji ber ku rewşa wî giran dibe wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Miksê. Ji vir jî wî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Zanîstên Tenduristiyê (SBU) dikin. Piştî ku li vir jî rewşa wî nebaş dibe ji vir jî wî radikin Enqereyê û rexmî hemû mudaxaleyên ku lê tên kirin jî di 30'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dide.   Derbarê mirina zarok E.Y. de lêpirsîn hat destpêkirin.