Newaya Jin cara 200'î derket pêşberî xwîneran 2021-11-02 09:21:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Jinê Newaya Jin bi hejmara xwe ya 200'î û bi manşeta "Ew ê jin azad bijîn" derket.    Hejmara 200'î ya rojnameya Newaja Jin bi manşeta "Ew ê jin azad bijîn" derket. Di hejmara meha mijdarê de jinan bal kişandin ser polîtîkayên qirkirina jinê, xwezayê û civakê yên bi destên sîstema baviksalar hate kirin û cihekî berfireh ji têkoşîna jinê re hate veqetandin.   Di rojnameyê de Sekretera Giştî ya Meclîsên Jinan a Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Fîdan Ataselîm komkujiya jinan a li Tirkiyeyê û sedemên tundiya li jinê nirxand. Fîdan Ataselîm destnîşan kir ku pêwendiya komkujiya jinê bi helwesta desthilatdariyê re heye û destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê jin wê bi dirûşma 'Jin wê bi rengekî azad bijîn' li qadan bin.   Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya diyar kir ku heta mafê azadiyê û hebûna jinê neyê mîsogerkirin ne pêkan e ku bibe xwedî hevjiyana azad û got, "Her şêweyê zordarî û tundiyê bi hişmendî û ruhê şoreşê yê jinê dikare ji holê bê rakirin."   Munevver Azîzoglû jî mejiyê nijadperestiyê yê di polîtîkaya dijminatiya li jinê de nirxand.   Bêrîtan Zagros polîtîkaya serdestan a li dijî jinê ya li Başûrê Kurdistanê, Rojîn Hêja heman polîtîka ya li Rojhilat û Îranê û Roza Metîna jî ev polîtîka ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand û qala asta têkoşîna jinê ya li dijî vê polîtîkayê kir.   Nivîseke din a li rojnameyê jî çîrokeke koçberiyê ye. Di çîroka Gulistan Bozdag de ku piştî rêwîtiyeke zehmet ji Tirkiyeyê xwe gihand Yewnanistanê, qala sedem û encamên 'koçberiya bi neçarî' ya ji ber şer û tundiyê hate kirin.   Ji nivîskarên rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler polîtîkayên têkbirina hawirdorê ya bi destê mirovan nirxand.   Di hejmara nû de naverokeke din a balkêş ew e ku ji Beşa Lêkolîn û Karên Zayendî ya Zanîngeha Calabriayê Profesor Laura Corradi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser demokrasî, ekolojî û azadiya jinê nirxand.   Di kategoriya hunerê de jî cih ji analîza Bermal Çem re hate veqedandin. Bermal Çem diyar kir ku li qada çand û hunerê divê hunermend û rewşenbîr pêşengiyê ji berxwedanê re bikin.   Di rûpelên kurdî de jî dengbêj Xalîde rola dengbêjiyê ya di dîroka kurdan de vegot.   Li rûpela Jineolojiyê, endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Elîf Berk qala serpêhatiya weşanê ya kovarê kir.   Di hejmara meha Mijdarê de Rojbîn Denîz çîroka Dayê Xunav nivîsî ku li Şengalê dimîne û ji êrişên DAÎŞ'ê rizgar bûye.   Di rûpelên portreyê yên bi kurdî û tirkî de qala çîroka jiyanê ya Kate Sheppard û Mary Wollstonecraft hate kirin.   Di beşa bîranînê de jî Zîn Koçer li ser rêwîtiya têkoşerê azadiyê nivîsî.