Ji TJA’yê li ser malbata demokratîk atolye 2021-11-02 09:06:36     STENBOL - TJA’yê li sê navçeyên Stenbolê atoleyeyê ku têgeha malbatê têde hatin nîqaşkirin pêk anî û avabûna malbata demokratîk vegotin. Li ser daxwazan tê plankirin dema pêş de atolye giştî pêk bê.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li sê navçeyên Stenbolê yên Bagcilar, Ataşehîr û  Sultangazî atoleye pêk anîn, têgeha malbatê nîqaşkirin. Aktîvîstên TJA’yê bi jinan re hatin gel hev û li ser naqokî û wateya  têgeha mablatê sekinîn û gihiştin encama demokratîkbûna malbatan. Li ser daxwazan tê plankirin ku dema pêş de atolye tevlihev pêk bê.    ‘Me xwest em rola jinê derxin pêş’   Aktîvîsta TJA’yê Gulsen Bîter got bi armanca rola jinan a civakê de derkeve holê atolye dane destpêkirin û got: “Me xwest em di atolyeyan de hişmendiya jinê derxin holê. Me xwest em ewil ji jinan destpê bikin. Ji ber ku bi azadiya jinê, rêxistinbûn û hişmendîbûna jinê civak dikare azad bibe, demokratîk be. Me bi jinan re ev xebat dan destpêkirin. Em ê bi wan re bidomînin.”   Gulsenê bi lêv kir ku heta îro 3 atolye pêk anîne û bertek gelek erênîbûne û veger gelek erênî bûne, daxwaz zêde ye.    Jina bi navê Hulya Emsalsiz ya li Sultangazî tevlî atolyê bû, destnîşan kir ku atolye ji bo jin hev nas bikin û fêm bikin gelek baş derbas bûye û ev nirxandin kir: “Her jin li mala xwe, taxa xwe û bajarê xwe bi pirsgirêkan re tên rû hev.Dema mirov pirsgirêkê bizanin mirov dibin xwedî fikr ku çawa li dijî van pirsgirêkan têbikoşin. Jİ ber vê perwerde divê zêde bibin.”   ‘Divê jin malbata xwe azad bike’   Hulyayê wiha dawî lê anî: “Bi atolyeyê re em bi rastiya ku her kes malbatê cuda vedinasîne re hatin rû hev. Hinek wek kêfxweşî, hinek wek aramî hinek we girtîgeh dibînin. Lê malbat ne tenê têkiliya jin û mêr e. Malbat avabûneke ku hemû civakê dihewîne ye. Di vî alî de dema jin xwe azad dike divê malbata xwe jî azad bike. Min ev baş fêm kiriye.”   ‘Pirsgirêk dişibin hev’   Aysel Budak jî der barê mijarê de nêrîna xwe anî ziman: “Pirsgirêk hemû dişibin hev. Jina xwe tenê his nake, xwe hinek din xurt hîs dike. Dema bibin hevpar xurt dibin. Divê jin pirsgirêkên xwe bizanin, wisa bên gel hev û têbikoşin. Atolye pir bi fêde bû. Malbat tê wateya ku peywir li  hemû kesan bê belavkirinê.  Lê jin wek xizmetkar tê dîtin. Jin jî vê wek rol ji xwe re esas digire. Ji ber vê hewcedarî bi malbata demokratîk heye.”