'Ayşe Gokkan ji bo jinê xebat û têkoşîn kir' 2021-11-02 09:05:37     Medya Uren   MÊRDÎN - Rêhevalên Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan bal kişandin ser kar û xebatên Ayşeyê yên di serdema Seroka Şaredariya Nisêbînê bû û wiha gotin:"Ayşe Gokkan ji bo jinê xebat û têkoşîn kir. Wê têkoşîna jinê weke darekê li vir çand û em hîna berhemên wê digirin."   Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 30 sal in bê navber têkoşîna azadiya jinê dide meşandin. Di gelek qadê partiyên siyasî ên weke HEP, DEP, HADEP, DEHAP û DTP'ê de xebat kir. Di navbera salên 2009-2014'an de jî serokatiya şaredariya navçeya Nisêbînê ya girêdayî Mêrdînê ye kir. Ayşeya ku di qadên cuda yên siyasetê û çapemeniyê de jî cih girt her tim di xeta xwe ya jina têkoşer de israr kir û derneket. Ango ev şopa wê hîna li Nisêbînê berdewam dike.   Ayşe Gokkan kî ye?   Ayşe Gokkan di sala 1965'an de li navçeya Pirsûsê ya girêdayî bajarê Rihayê ye ji dayik dibe. Di sala 1989'an de beşa rojnamevantiyê dixwîne û perwerdehiya bi zimanê Îngilîzî dibîne. Piştî wê bi awayekî çalak di nava xebatên siyasî de û di heman demê de jî bi gelek rojnameyên weke Ozgur Gundem, Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat û kovara Dengê Jina Azad de qunciknivîsktî kir. Di 29'ê Adara 2009'an de jî weke seroka Şaredariya Nisêbînê hate hilbijartin. Li Nisêbînê 5 salan serokatiya şaredariyê kir û piştî wê jî bêhtir giranî da xebatên jinê. Weke Berdevka TJA'yê têkoşîna jinê da meşandin.   Di rojekê de 17 doz   Di pêvajoya xebatên xwe yên siyasî de bi giştî ji 200 lêpirsînan zêdetir derbarê wê de hatin destpêkirin û 84 caran hate binçavkirin. Ji van lêpirsînan jî jê 167 dosya di dema serokatiya şaredariyê de lê hatine vekirin. Ayşeyê di nivîseke xwe de jî diyar dike ku ew di rojekê de tevlî 17 dozên derbarê wê de hatine vekirin dibe. Weke ku ji jiyana wê jî tê fêmkirin li dijî hemû gef û serdeçûyinan de wê bêhtir têkoşîna xwe mezin kiriye û pêş ve biriye.   'Ayşe Gokkan ji bo jinê xebat û têkoşîn kir'   Ayşeyê di pêvajoya serokatiya şaredariyê ya 5 salan de gelek şopên xwe hişt. Di dilê gel de û rêhevalên xwe de weke nimûneya rêvebirtiyê ma. Gelek hevalên wê yên ku pê re ji nêz ve xebat didan meşandin ji me re gotin:"Ayşeyê xwediyê kesayeteke şoreşger bû. Ew di warê polîtîkayê de zêdetir rast bû. Gelek caran ji ber vê taybetmendiya xwe bi hinek aloziyan rû bi rû dihat hiştin. Lê belê tu carî dev ji vê xeta xwe berneda. Ew bi cilê xwe ve ango bi çenteyekî biçûk ket Nisêbînê û bi heman çenteyê jî derket. Ev jixwe nîşan dide ku çawa berjewendiyên gel diparêze. Wê ji bo xwe tiştek nekir. Ayşe Gokkan her tim ji bo gel û bi taybet jî ji bo jinê xebat û têkoşîn kir."   'Pêşengiya jinê kir'    Sebîhe Zîreka ya di wê demê de xebatên taxan dida meşandin jî ev gotin kir:"Ayşe Gokkan li maşîneyên taybet siwar nedibû. Li cihê wê her tim di nava taxan re diçû da ku di heman demê de bi gel re were ba hev. Ji bo çûyin û hatina bajarekî din jî maşîneyên ticarî bi kar dianî. Berê em diçûn şînê lê weke jin em tucarî nediçûn gel mêran. Lê wê ev yek şikand û heta niha jî berdewam e. Belkî ji gelek kesan re weke tiştekî ji rêzê were dîtin. Lê belê bi vê taybetmendiya xwe gelekî bandor li me dikir. Di aliyê aboriyê de ji gelek jinan re bû cesaret. Wê pêşengiya jinê kir."   'Kargehên jinan hatin vekirin'   Sebîheyê bal kişand ser xebatên Ayşeyê yên bi taybetî jî ji bo jinê daye meşandin û wiha pê de çû:"Ji bo jinan gelek koperatîf hatin vekirin. Di kafe û xwaringehan de jin hatin bicihkirin. Li parqan jin hatin bicihkirin. Di karê paqijiyê yê şaredariyê de heta di hemû qadan de jin bi cih bûn. Êdî pêşiya jinê hate vekirin. Ayşeyê ji bo hemû jinan bû pêşeng. Gelek kesan tenûrên ku ji bo jinan çêkiriye rexne jî kir belkî. Lê belê bi projeyên xwe weke gelek xebatên wê hem çanda kurdî û hem jî keda jinê diparast."   'Her cih ê jinê bû'   Menal Koça ku di pêvajoya Ayşe Gokkan de karê çapemeniyê dikir jî da zanîn bi saya Ayşeyê Nisêbîn bûye bajarê jinê û wiha got:"Beriya karê çapemeniyê jî min di xebatên mala jinan Gulşîlav de cih girtibû. Gulşîlav jî ji aliyê Ayşe Gokkan ve hatibû vekirin. Jinên destdirêjî, tundî, tecawiz li wan hatibûn kirin li vir dihatin vehewandin û ew dihatin perwerdekirin. Di heman demê de jî ji bo aboriya xwe bi xwe bi dest bixin ji bo wan piştgirî dihat dayin. Ji derveyî wê jî ji bo jinên xizan jî weke atolyeyekê bû. Li vir jin bi nexşên ku dikirin re debara xwe dikirin. Gelek xebatên wê yên bi vî rengî hebûn. Bi vê yekê jinên Nisêbînê heta derengiya şevê jî dikarîbûn li kolanan bigerin. Êdî kolan, kargeh, siyaset, şaredarî û her cih ê jinê bûn. Nisêbîn bû bajarê jinê."   'Wê azadiya jinê dixwest'   Menalê bi lêv kir ku Ayşeyê weke darekê têkoşîna jinê li vir çand û hîna ew berhemên wê digirin. Menalê wiha axaftina xwe domand:"Beriya niha bi salan e jinên kurd têkoşînekê didin. Lê belê ger ez herêmî bêjim tiştên ku Ayşe Gokkan li me zêde kiriye gelek in. Daxwaza wê her tim azadiya jinê bû. Wê di gelek cihan de encamên hewildana xwe dît. Wê ji bo jinan rê vekir û heta niha jî jin li ser wê şopê berdewam dikin."   'Dê têkoşîna me ya bi Ayşeyê re bidome'   Tevî Sebîhe û Menalê gelek rêhevalên Ayşe Gokkan bi gotinî ji me re ev tişt parve kirin:"Cezayê ku li wê hatiye birîn dijminatiya li hemberî jinê û jina kurd e. Ji ber ku Ayşeyê ji bo nasnameya zayendî û kurdîtiyê her tim têkoşînên mezin da. Bê guman e ku wê berdêla wê têkoşînê jî were dayîn. Lê bila were zanîn jî tu tiştekî me ji têkoşînê paş ve nekişandiye. Wê ev gef û girtin me bêhtir bi têkoşînê ve girê bide. Em ê bi Ayşeyê re tim hem ji derve, hem di hundir de têbikoşin."   Ayşe Gokkan ber bi dawiya pêvajoya xwe ya serokatiya şaredariyê ve jî li ber dîwarê şermê çalakiya greva birçîbûnê û rûniştinê dabû destpêkirin. Bi hezaran nîştecihên Nisêbînê li derdora xwe kom kir. Hîna jî şopên wê li wan deran zindî ye.