ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-02 09:00:00     *"Di her kolanekê de û di nava her malekê de serpêhatiya min û te veşartiye. Di gelek malan de li pişt deriye xwe vedişêre, hinek derketine nava kolanan de, henek jî bendê ne da ku hinek dest, hest, heskirina fêm bike û deriyê dilê wan vebike." JI PÊNÛSA JINAN   *Jinan diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome, bandor li ser hemû civakê kiriye û divê polîtîkayên tecrîdê demildest bi dawî bin. BI DÎMEN    *Di bin bana Komeleya Lêkolîn û Çand û Hunerê ya Aryen, ji bo zarokan di atolyeyên hatin destpêkirin de perwerda hunerê ya bi zimanê dayikê tê dayîn.  Hedefa komeleyê ev e ku çanda kurd bidin jiyîn û bi perwerda didin zarokan orkestrayê ava bikin. BI DÎMEN    *Elîf Bayburt der barê ku rektorê qeyûm Nacî Încî yê zanîngeha Bogazîçî ku biryara tedbîra parastina bi sifata ‘şopandina bi israr ya mexdur’ a qanûna hejmar 6284'an esas digre, girtibû de axivî û got: “Qanûna 6284'an a ji bo jinên rastî şîdetê û tehdîdê hatiye, krîtîke, ji bo parastina rektorê qeyûm yên berdewama desthilatdariyê ne tê bikaranîn.” BI DÎMEN    *Rêhevalên Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan bal kişandin ser kar û xebatên Ayşeyê yên di serdema Seroka Şaredariya Nisêbînê bû û wiha gotin:"Ayşe Gokkan ji bo jinê xebat û têkoşîn kir. Wê têkoşîna jinê weke darekê li vir çand û em hîna berhemên wê digirin." DÎMEN HEYE   *TJA’yê li sê navçeyên Stenbolê atoleyeyê ku têgeha malbatê têde hatin nîqaşkirin pêk anî û avabûna malbata demokratîk vegotin. Li ser daxwazan tê plankirin dema pêş de atolye giştî pêk bê. BI DÎMEN    *Kadriye Ozgan,  li dijî şîdeta dewletê wiha got: “Wek surgunê, mirin jî bihata ferzkirin me yê mirin tercih bikira. Lê me dîsa jî îxanet nedikir.” Kadriyeyê got ji bo têkoşîna keça xwe Mizgînê ya li dijî DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, bide jiyîn wê têbikoşe. BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, diyar kir ku pergala modernîteya kapîtalîst îflas kiriye û got: "Îro li hemû aliyan de rizandinek heye. Lewma em di fikrê Rêber Apo yê netewa demokratîk, rê û rêbazên çareseriya de bi îstîkrar in. Rêbazên klasîk ku bi sed salane hatin meşandin, şûna ku rewşê çareser bike, hîn mezintir û kûrtir dike."    *Şaredariya Silopiyê ku Mihrîcana Zarok û  Şanoyê dabû destpê kirin, Komeleya Dîcle Firatê ya Çand û Hûnerê li Silopiyê kargeha zarokan dê li dar bixe. (16.00) BI DÎMEN