Cenazeyê Hediye Balur hat definkirin 2021-11-02 08:25:18     ŞIRNEX - Cenazeyê HPG’yî Hediye Balur piştî 189 rojan teslîme malbatê kirin.    HPG’yî Hediye Balur a ku li Çiyayê Bagoka navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di navbera 7-8’ê Gulanê de, di encama pevçûnê de bi 5 HPG’iyan re jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyên 5 HPG’iyan piştî nasnameyên wan hatin tespîtkirin, teslîmî malbatên wan hatibû kirin. Lê cenazeyê Hediye Balur, teslîmê malbatê nehatibû kirin.    Piştî serlêdana malbatê cenazeyê li morga nexweşxanê dihat rawestandin ku tenê 450 gram parçe mayî teşxîs kiribû. Piştî ku encama testa DNA’yê ya cenazeyê Hediye teslîmê malbatê nekirin. Piştî 189 rojan şûnde cenazeyê Hediye teslîmê malbatê kirin.   Malbata Hediye, cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Mêrdînê wergirt û anîn li Goristana Şêx Hesen a navçeya Hezexa Şirnexê. Polîsa bi maşîneyên zirxî ve goristanê dorpêç kir. Rêvebirên HDP’ê yên Hezexê û bi sedan kesên ku tevlî definkirina cenaze bûn ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girse, astengiya polîsan nasnekir û derbasî goristanê bûn. Jinan, cenazeyê Hediye ji ambûlansê wergirt ser milên xwe û anîn goristanê cihê ku bê definkirin.      Malbata Hediye, di definkirina cenazeyê keça xwe de wiha axivî: "Tu bi xêr hatî Kurdistanê, Şehît Namirin” pêşwazî kir.    Piştî definkirina cenaze, girse belav bû.