Bi minasebeta 1'ê Mijarê li Silopiyê şahî hat lidarxistin 2021-11-01 16:43:28   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, bi coş û kelecanek mezin 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) Şirnexê, bi minasebeta 1'ê Mijarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarokê Tilqebîn a navçeya Silopiyê şahî li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek kes bi kincên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta "Kobanê azadiye, em bi berxwedanê bi set ketin, em ê bi berxwedanê bi ser kevin." hat daliqandin.   Beriya axaftinan girse govend gerand. Di serî de Hevserokê HDP'ê yê Silopiyê Kadîr Kunur axivî û anî ziman ku li dijî hemû êrîş û zextan bi berxwedana xwe wê bibin bersiv û got dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.   Nuran Îmîr jî 1'ê Mijdarê li hemû gelan pîroz kir û diyar kir ku pêvajoyek dîrokî dijîn. Nuran, wiha domand: "Gelê Kurd berê nedihat nasîn û zanîn. Lê belê bi saya jina kurd, Gelê Kurd niha li çar parçeyê cihanê bi nasname û zimanên xwe dijîn. Li çar parçeyê cihanê xwedî li Berxwedana Rojava û Kobanê tê derketin. Di sedsala 21'emîn de di şexsê jina kurd de li Rojhilata Navîn dîrokek nû tê nivîsandin."   Nuran, destnîşan kir ku DAÎŞ û hevkarê wî li Kobanê têk çûne û wiha pêlda axaftina xwe: "Di Berxwedana Kobanê de, têkoşîna jin û Gelê Kurd bi ser ket. Her wiha li çar parçeyê cihanê jin û ciwanên kurd li dora yekitiyê bûn xelek. Ev roj ji bo me rûmete. Ya ku Gelê Kurd li Rojava da serxistin û DAÎŞ'ê têk bir rêxistinbûyîna Gelê Kurd bû. Gelê Kurd di sedsala 21'emînde jî li dijî zext û zordariyan li ber xwe da."   Şahî, bi dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" û gerandina govendê bi dawî bû.