Cenazeyê parêzvana mafê mirovan Makbûle Berktaş hat veşartin 2021-11-01 16:41:22   EDENE - Cenazeyê parêzvana mafê mirovan Makbûle Berktaş a bi derbaskirina qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin.    Makbûle Berktaş a parêzvana mafê mirovan û damezrînera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ku weke “Dayika Makbûle” dihat nasîn û jiyana xwe ji bo têkoşîna edalet û demokrasiyê bexşand, duh di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Makbûle bi merasîmeke ku Şaredarê CHP’î yê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, rêveberên Şaxa ÎHD’ê yên Edeneyê, malbata Makbûle, hevalên wê û gelek nûnerên saziyan beşdar bûn de hat veşartin.    Kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûn, bîranînên xwe yên bi Makbûle re parve kirin.